ÇÎROKA HIZNA XANIMÊ Û BEDRANO
Hizna û Bedran zarokên mamê hevdû ne.
Berî ku werin dinê bavê wan sozê zewaca wan didin.
Li herêma Semsûrê du birayên bi navê Emer û Hesen hebûne, ji hevdû pirr heskirine.
Soz didin hevdû ku zarokên wan qîz û law çêbin wê bikin heman bêşîkê û bihevre bizewicînin..
Ji Emer re qîz, ji Hesen re law çêdibe.
Emer navê qîza xwe Hizna, Hesen jî navê lawê xwe Bedran datîne.
Dem û dewran derbas dibin, Hizna û Bedran mezin dibin, herdû jî dikevin dara xwe û dibin dû qîz û xortê delal..
Piştî demekî bavê Bedran bi nexweşiyeke dikeve rehmet dike û Bedran sêwî dimîne.
Emer jî dest dide ser serweta ji bavê wan maye û dibe axa.
Haya Bedran û Hiznayê ji sozê bavê wan çênabe lê ji hevdû hesdikin.
Gava di hemla diya xwe de ne bavê wan sozê zewaca wan dane û ji tu kesî re negotin e..
Piştî bavê Bedran rehmet dike, Emer axa ji Bedran re dibêje:
– Êdî tu jî wek lawê min î, heke tu ji min re şivanî bikî ez ê li te û dayîka te mêze kim û Hiznayê jî bidim te.
Emer axa, ji heskirin û dilgirtina Hizna xanimê û Bedran hayîdar e.
Bedran, daxwaza wî qebûl dike û heft salan bi kulaf û çaroxan jê re şivanî dike..
Roj tê Emer axa, nan û ava wî dibire, sê roj û sê dan nan û avê ji Bedran re naşîne çolê û wî tî û birçî dihêle..
Hizna çi dike bavê wê ji heft û heştê xwe nayê xwarê..
Bedran, helwesta Emer axê fêm dike û serê xwe hiltîne diçe deşta Semsûrê ji xwe şivanî û gavanî dike.
Piştî çûna Bedran dayîka wî bi tena serê xwe dimîne û ji Emer axa re qerwaşî dike.
Dewrêşekî hebûye, ji bo qismetê zarokê xwe gerokî kiriye.
Dewrêş, rojekî heqîbên xwe yê parsê davêje ser milê xwe û ji jor de xwe berdide binê konê Emer axê..
Mêze dike, Hizna xanimê xwe daye binê çîtê konê.
Hizna Xanim dibêje, tu kî yî çi kesî?
Dewrêş, dengê xwe nake!
Hizna dibêje:
– Te mêr kuştiye ez ê bidim te xwînê, agir bi xaniyê te ketiye bidim te ji malê dinê, te jin revandiye bidim te qalindê jinê?
Dewrêş, dibêje:
– Min ne mêr kuştiye tu bidî min xwînê!
Agir bi xaniyê min neketiye tu bidî min malê dinê!
Min jin nerevandiye tu bîdî min qalindê jinê!
Ji serê sibê de ji min re eyan û mehlûme, kulm û kulfetê min birçîne li çolê, ez ji bo wan digerim li pey darê dinê!
Gava Dewrêş wisa dibêje..
Hizna xanim, diçe binê konê jê re tîne qismetê Dewrêşiyê û heqîb û kîsê Dewrêş tije xwarin û pêxwarin dike.
Dewrêş, li ber delalî û bedewiya Hizna xanimê matmayî dimîne û jê re dibêje:
– Lê lê xanimê zeriyê, ez ewqas geriyame li nav êl û eşîran, min nedît bi ser huzn û çalim û dîndara te de tu evdê xwedê, hela tu navê xwe ji min re bibêje?
Hizna xanim dibêje:
– Kuro lawo tu li van dera digerî li pars û pisêla dinê, tu yê çi bikî bi navê min, navê min ji te re ne lazim e!
Dewrêş dibêje:
– Xanimê, zeriyê!
Tu bi nav û qedrê xwedê dikî, vê sibehê kul û hesret û mereq çêneke ji min re, hela tu ji min re navê xwe bibêje!
Dibêje:
– Ez digerim li nava êl û eşîran, ez ê bidim pesn û salox û silûxa rindbûna te zêrîn xanimê!
Gava Dewrêş wisa dibêje..
Hizna xanim dibêjê:
– Kuro lawo, kul li mala bavê te neketo, piştî te vê sibehê ji min re kir qala navê xwedê, ji min re dibêjin Hizna xanima qîza Emer axê, ez dergistiyê Bedranê xwe yê delalî me loo!
Dema Hizna xanim wisa dibêje, Dewrêş xatirê xwe jê dixwaze û dikeve ser rê û dirban xwe berdide binê konê Şerîfê Mekê.
Mêze dike, Şerîfê Mekê, li ber konê dike karê dinê.
Şerîfê Mekê, kesekî temenî wî li dora 70, 80 î salî, axayekî dewlemend e.
Dewrêş, gava diçe ber konê Şerîfê Mekê, Şerîfê Mekê, jê re dibêje:
– Kuro lawo keremke were binê konê em tevda bikin taştêya vê sibê.
Dewrêş, dibêje:
– Bila canê axayê min saxbe sihet û tehmê bidînî ji taştê ya xwe, qet di boxaz û gewrê mi re tiştekî naçe xwarê?
Şerîfê Mekê dibêje:
– Li qisûr mêze neke, heram û qerwaş tune li ber malê ku ji te re bînin qismetê dewrêşiyê..
Gava wisa dibêje..
Dewrêş, dibêje:
– Ger ti dixwazî qerwaş û heram bigrî ji bona ber malê, ez ewqas geriyame li nava êl û eşîrên dû axê, min nedîtiye tu carî qerwaş û heram li ber malê..
– Ger tu ji min pirs dikî salix û silûxan, ez ê bidim pesnê Hizna xanima qîza Emer axê!
Gava Dewrêş, wisa dibêje..
Şerîfê mekê dev ji karê xwe berdide û ji Dewrêş re tîne qismetê pars û pisêla Dewrêşiyê.
Şerîfê Mekê, li ser gotinên Dewrêş, diçe binê konê Emer axê û Hizna xanimê jê dixwaze.
Emer axa, kesekî bercewendîperest bûye, ji bo ku Şerîfê Mekê dewlemend bûye, soz û qiryara Hizna xanimê bi kîsekî zêr û zîvan dide Şerîfê Mekê.
Serê sibê Hizna xanim ji xewê radibe mêze dike dengê zirneyê li binê dîwanê tê..
Ji dayîka Bedran dipirse:
– Jinmam, ev çi hal û hewal e?
Dayîka Bedran dibêje:
– Hizna xanimê, qey gohê te giran e, bavê te soz û qiryarê te daye Şerîfê Mekê!
Dema wisa dibêje, Hizna xanim diqehere û dikeve erdê, ji dev û pozê wê weke naserê xwîn diçe.
Xeberê dibin binê konê Emer axê,
Emer axê tê ji Hiznayê re dibêje:
– Hizna xanima min, çi hal û çi hewalê te ye li darê dinê?
Hizna xanim dibêje:
– Bavo lo!
Bê sebro lo!
Bê sermiyano lo!
Bê dîno, bê îmano lo!
Bê sondo lo!
Qurbana bavê xwe bim, xelk heft salan bi şal û bi çaroxan, tî û birçî bike şîvaniya meriv, xwe berde deşt û çolê, kulafê piyê xelkê bi ser stûyê wî de were xwarê li ber çavê te, meriv çawa rabe soz û qiryara dergistiyê wî dide yekî dinê?
Emer axê, telaqê xwe davêje û ji ya xwe nayê xwarê, çimkî çavê wî li malê dinê ye.
Her çiqas Hizna Xanim, li dijî helwesta bavê xwe derkeve jî, bavê wê ji sozê xwe nayê xwarê.
Hizna xanim, bi şefeqa sibê ra dev û pozê xweyê ji xwînê paqij dike û weke gurê sibatê xwe berdide çol û yabanan diçe deşta Semsûrê.
Bala xwe dide Bedran li deştê pez berdaye ser avê..
Dema çav bi Bedran dixe dibêje:
– Bedrano lo!
Bedrano hela rabe serê xwe rake li belekê Semsûrê lo!
Bavê min xêrê bike qet xêrê nebîne, hela gohê xwe bide min, îro di nav êl û eşîrê de bavê min soz û qiryara min daye yekî dinê..
Bedran dibêje:
-Kewa min lê!
Kubara min lê!
Delala min lê!
Şîrîna min lê!
Qedera me qedera rebê alemê ye, qelema xwedê li jor avêtiye tu car li jêr betal nabê!
Li ser van gotinên Bedran, Hizna xanim bi xemgînî û dilşikestî vedigere nav êl û eşîra Emer axê..
Piştî vegera wê, erd tebatî nade Bedran û ew jî dev ji şivaniyê berdide û bi dû Hizna xanimê dikeve.
Bedran, di berbanga sibê de xwe ji jor de berdide binê konê Hesenê lawê apê xwe.
Hesen, lawê apê Bedran e û xortekî bi kêr e.
Hesen, xêrhatina Bedran dike û Bedran jê re behsa bêbextiya Emer axê dike.
Hesen û Bedran şêwra û mişêwra xwe dikin û biryara kuştina Şerîfê Mekê û Emer axa digrin.
Herdû jî çek û rextê xwe girêdidin û ewilê davêjin binê konê Şerîfê Mekê..
Jê re behsa bêbextiya Emer axê dikin û dibêjin em hatine ji bo kuştina te.
Şerîfê Mekê, ji wan re rica û lavan dike û dibêje:
– Ez nizanibûm ku Hizna Xanim heskiriya Bedran e. Nexwe ez jî naxwazim bibim sebebê heskiriyan.
Şerîfê Mekê, tevî Bedran û Hesen şêwra xwe dikin û davêjin binê konê Emer axê.
Şerîfê Mekê, bi gotinên mêranî û mêrxasiyê Emer axa rezîl û riswa dike û di ser kîsê zêr û zîvan de heqîbekî din jî dide Emer axê û Hizna xanimê ji Bedran re dixwazin..
KLAMA HIZNA XANIMÊ Û BEDRANO:
Axa dilê min dibê
Siwaro dilê min dibê
Maqûlo dilê min dibê
Sedcar dilê min dibê
Min dî di ber vê sibê ra taştiyê vê xewê
Davêtin nav milê xwe tûrê li parsê
Xwe jor da berdabû nava êl û eşîrê du axê
Lo lo lo lo
Min dî Hizna xanim vê sibê sekinî ber çîtê vê konê
Digo kuro lawo te mêr kuştiye ez ê bidim te xwînê
Agir bi xaniyê te ketiye bidim te ji malê dinê
Te jin revandiye bidim te qalindê jinê
Dibê min mêr nekuştiye tu bidî min xwînê
Agir bi xaniyê min neketiye tu bidî min ji malê dinê
Min jin nerevandiye tu bîdî min qalindê jinê
Ji vê sibê de ji min re eyan û mehlûme
Kulmkî kulfetê min birçîne li çolê
Ez vê sibê de digerim pey darê dinê lo lo lo
Gava dilê min dibê
Hizna xanim dere binê konê
Jê re tînin qederê derê şiyê
Dibê lê lê xanimê zeriyê
Ez ewqas geriyame
Li nav êl û eşîrên du axê
Min nedîtiye ser huzn û çalim û dîndara te de tu evdê xwedê
Hela tu navê xwe ji min re bibê
Hizna xanim dibê
Kuro lawo tu li vê dera digerî
Pars û pisêla dinê
Tu carî bîle navê min ji te re ne lazim e li darê dinê
Dibê lê lê,xanimê zeriyê lê
Tu bidî bona nav û qedrê xwedê
Tu ji min re vê sibê kul û hesret û mereq çêneke li darê dinê
Hela tu ji min re navê xwe bibê
Ez ê bigerim nava êl û eşîrên di axê
Bidim pesn û salox û silûxa rindbûna te zêrîn xanimê lo lo lo lo
Gava dilê min dibê
Hizna xanim dibê kuro lawo kul li mala bavê te keto li darê dinê
Te ji min re vê sibê kire qala navê xwedê
Ji min re dibêjin Hizna xanima qîza Emer axê
Ez ê dergistiyê Bedranê xwe yê delalî me lo lo lo lo
Min dî vê sibê dewrêş xwe berdabû ser rê dirbê
Diçû ber konê şerîfê mekê
Şerîfê mekê dibê kuro lawo keremke were binê konê
Ji xwe re bike qewaltiya vê sibê
Dibê bila canê axayê min bila saxbe sihet û tehmê vê sibê
Di boxaz û gewrê mi re nare xwarê
Heram tine li ber malê ji te re bîne qismetê Dewrêşiyê
Dibê eger ti digrî heram ji bo na ber malê
Ez ewqas geriyame li nava êl û eşîrên du axê
Min nedîtiye tu car û bîle heram li ber malê
Eger tu ji min pirs dikî salix û silûxa Hizna xanima qîza emer axê
Tu bînî bona helaliya ber malê
Gava Dewrêş wer dibê
Şerîfê mekê vê sibê soz dike îş û malê dinê
Bi şefeqa sibê re davê bin konê emer axê
Emer axa soke çav berdaye malê dinê
Soz û kiryarê Hizna xanimê dide şerîfê mekê
Emrê wî li dora heftê heştê salî
Min dî vê sibê Hizna xanim radibû digot qerwaşê
Ev çi bi mîna derdê sîrîna mîrata xwediya vê zirnê
Digot lê lê xanimê gohê te girane
Bavê te soz û qiryarê te daye şerîfê mekê
De gava qerwaş wer dibê Hizna xanim dixariqe erdê li dev û pozê Hizna xanimê derê lasera xwînê
Xeber dere binê konê emer axê
Emer axê tê dibê Hizna xanima min çi hal û çi hewalê te ye li darê dinê
Dibê bavo lo
Bê sebro lo
Bê sermiyano lo
Bê dîno bê îmano lo
Bê sondo looo looo looo
Qurbana bavê te ketim li darê dinê
Xelk heft sala bika şîvaniya meriv li çolê
Bi şal û bi solê xelkê xwe berde deştê
Kulafê piyê xelkê bi ser stûda were xwarê li ber çavê te
Meriv rabe soz û qiryarê dergistiyê bide yekî dinê
Li hizûra mêrikî sekinî vî qebraxî çav berdaye malê dinê telaqê xwe dide Hizna xanimê
Hizna xanim şefeqa sibê ra dev û pozê xwe paqij dike lasera xwînê
Xwe berdi weke gurê sibatê
Xwe berdi çol û yabanê tu xwedê
Diçe deşta adiyemanê
Bala xwe didê Bedran pez berdaye ber avê deştê
Bedrano looo
Bedrano hela rabe looo
Bavê min xêrê bike qe xêrê nebîne
Hela gohê xwe bidê îro nav êl û eşîrê axê
Gelo mîrata xwediyê vê zirnê
Soz û qiryarê min da yekê dinê
Bedran dibê kewa min lêêê
Kubara min lêêê
Delala min lêêê
Şêrîna min lêêê
Qedera min qedera rebê alemê
Qelema xwedê li jor avêtiye tu car li jêr betal nabê
Hizna xanim vedigere tê nav êl û eşîrên axê
Bedran pez berdide bin konê emer axê
Xwe ji jor de berdide ser konê Hesen axê
Hesen axa tevî xulamê xwe wayê li ser sifrê
Bedrano ji xwe re keremke bike qewaltiya vê sibê
Di boxaz û gewriyê me re naçe xwarê
Hesen axa dibê Bedrano hela tu vê sibê derdê xwe ji axê xwera bibê
Heger te mêr kuştiye ez ê bidim te xwînê
Agir bi xaniyê min neketiye tu bidî min ji malê dinê
Min jin nerevandiye tu bîdî min qalindê jinê
Ji vê sibê de ji min re eyan û mehlûme kulmkî kulfetê min birçîne li çolê
Ez vê sibê de digerim pey darê dinê looo looo looo…
Mordem Zel