Dewleta Sefewiyan an jî Dewleta Sefewî dewleteke Kurd dîrokî ye ku di navbera salên 1501 û 1736an de Azerbaycan, Îran, Ermenistan, Îraq, Efxanistan, Turkmenistan û beşek ji Kurdistanê di nav sîndorê xwe mezin kiriye. Xanedana Sefewiyan de fars, azerî û kurdan xwe cih girtiye. Şahê Sefewî yê mezin Şah Îsmaîlê Yekem da kurd bûn heye.
Xanedaniya Sefewî
Yek ji xanedanên serdest ên herî giring ya Îranê ji salên 1501 heta 1736an bû. Xanedanîya Sefewîyan resenîya xwe ji Sofîtî ya rêbaza/terîqeta Sefewî digirt, ku di bajarê Ardabil ya herêma Azerbaycan a Îranê hate damezrandin. Ew xanedanîyek Îranî/Êranî ya bi eslê xwe Kurd bû, lê di dema fermandarîya wan de ew bi payebilindên Tirkman, Gurcî, Çerkez, û yewnaniyên pontî re zewicîn. Sefewiyan ji bingeha xwe li Erdebîl, kontrola xwe li ser beşên Îrana Mezin ava kir û nasnameya îranî ya herêmê piştrast kirin, ji Împeratoriya Sasanî ve, bi vî rengî, bûn yekemîn xanedana xwecihî ku dewletek neteweyî wek Îran tê naskirin bi fermî ava kirin.
Sefewî ji sala 1501 heya 1722an piştî zayînê fermandar bûn (nûjenkirinekî kurt serborî dibe ji 1729 heya 1736) û li bilindahiyê xwe, ewan hemû Irana îro, Komara Azerbaycan, Behreyn, Ermenistan, Rojhilata Gurcistanê, hin beşên Bakûrê Qefqazê, Iraq, Efxanistan û her weha hin deverên Tirkiye, Sûrî, Pakistan, Tirkmenistan û Ûzbêkistan kontrol kirin.
Tevî bi têkçûna wan di sala 1736an de, mîrata ku wan li paş de hiştin vejîna Îranê bû, ku wekî asêgeha aborî di navbera Rojhilat û Rojava de dimaya, damezrandina dewletek bi bandor û bîrokrasî li ser bingeha “kontrol û hevsengî”, dahênanên wan ên mîmarî û çavdêriya/patronaja wan ji bo hunerên bedew. Her weha sefewiyan bi belavkirina şiîtiyê diwazdehî ya îslamî li Îranê û li beşên mezin ên Qefqazê, li Anatolya û Mezopotamyayê, heta serdema îro jî şopa xwe hiştine.
Danasîna malbatê
Dewleta Sefewiyan navê xwe ji Sefiyedînê Erdebîlî hildigire. Sêx Safiyedîn, xwediyê rêbazeke cuda ya dînî di nav sunîtiyê de. Kurdbûna vê malbatê ji Şêx Safiyedîn destpê dike ku tê îdia kirin bi eslê xwe Şêx Safiyedîn ji Kurdistanê çûye Azerbaycanê û li wir maye. Her wiha wek tirkmenekî jiyaye. Kurê neviyê Şêx Safiyedîn, Şêx Cineyd e. Di postê şêxitiyê de serdikeve û gelek mirîdan li derdora xwe kom dike. Heta ku êdî tesîreke mezin li dewletên wî wextî dike. Yek ji van dewletan Aqoyunlî bûne ku dixwast Şêx Cineyd vekêşe aliyê xwe. Bi peydabûna vê tifaqê Şêx Cineyd li gel xwîşka serokê Aqoyunliyan, Hesenê Dirêj, bi Halime Begum re dizewice. Kurê Şêx Cineyd, Şêx Heyder jî li gel keça Hesenê Dirêj Halime Begum Alemşah re dizewice. Di vê zewacê de Şah Îsmaîl çêdibe.
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com