Dewleta Lolo ya Kurdan

Lolo an Lollo gelek ji civaken Zagrosa mezin ku ji zuda li herema Silêmaniyê jiyane u kalên Kurdan e. Di gelek çaxên dîrokê de dewlet saz kirin, xwediyê serxwebûn û azadiyê bûne. Di ilm û karbend û çand û pisporiyê da gelek pêşta çûne.

Ji bo parastina ax û welate xwe bi gelê Asur û Aqadra pir cara ceng û şerr kirine. Bi gora lewha entika kevnara, ya çaxê qirale Lolo´wan ku di 2800 sal beriya buyina Îsa pêxember de ku li herema Zehawê hitye ditin, ji herema Halman (Hilwan) ê heya herema Zehaweyê hemû di bine destê Lolo´wandan buwe. Sinoren dewlete wan, di xweda bajarê Silemaniye, Sexan, Zehawe, Şehrezûr û Kerkûke ji digirt. Paytexta wan bajare Zimriye buye.

Li Dersîme nave yek eşire Lolan

Dewleta Lolo

Gele Lollo dewletek xurt û heja saz kiribun. Ev dewleta hanê nêzikî hezar sali dom dike. Di sala 1800 beriya Miladê de Aqad´î êrişê tînîn ser wan û wan dixin bin desten xwe. Dema ku Goti welatê Aqad´iyan zeft dikin, gelê Lollo ji li hember wan ser dikin û dibin xwediyê serxwebun û azadiyê û bi Gotiyan ra peyvendi û dostiyê çêdikên.

Di sala 1000 beriya miladêda Asûrî êrîşê tînin ser welatê wan. Kayayê wan Amixa, direve kela (Pîrmîgron) ê Asurî paytextê wan bajarê Zimriye zeft dikin. pistra Asûrî di nav xweda bi hev dikevin di welatê Lollo´wandan gelek serhildan û nerihetê çêdibin, dewleta Asuriya dipelise û Imperetoriya Mediya tê sazkirin.

Lê Binêre

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

 Sıraç Oğuz Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !