Rewadî, Dewleta Rewadî, Dewleta Rewadiyan dewleteke kurdan bû ku di navbera salên (955 -1071) de li bakurê Azerbaycanê hikûm kiriye.
Li gorî çend çavkaniyan, êla rewadî bi eslê xwe erebên êla yemenî ya Ezd bûne, lê dû re ketine bin bandora kurdan û êdî kurd bûne.
Paytexta wê Erdebîl bû, lê dû re guherandin paytext kirin Tebrîz.
Pêşengên dewletê
- Mihemedê kurê Husênê Rewadî (?-951?/955?)
- Husênê Yekem ê kurê Mihemed (955-988)
- Memlanê Yekem (Mamelanê Yekem, Mihemedê Yekem ê kurê Husên) (988-1000?/1001?)
- Husênê Duyem ê kurê Memlanê Yekem (1000?/1001?-1019?/1025?)
- Wehsûdanê kurê Memlanê Yekem (Wehsûzanê kurê Mamelanê Yekem) (1019?/1025?-1054?/1059?)
- Memlanê Duyem ê kurê Wehsûdan (Mihemedê Duyem) (1054?/1059?-1071)