ADÎL BAŞARAN

Çîroka lawê padîşah

ADİL BAŞARAN

Lawê paşê û hevalên xwe li qadê bi gogê dileyze. Dema lawê patîşah gogê davêje û bişid digindire dîçe li kûzê pîrê yê tijî av dikeve û kûzikê pîrê dişikê ,pirtî pîrtî dibe. Li ser vê pîrê diqehere û bedûayê li lawê paşê dike û dibêje,

 ‘’we kûzikê min şikand,tu lawê paşê ye, tu hêza min tune û ez nikarim tiştekî jî bikim,lê ez ê vê bibêjim,tu jî mîna bavê xwe bibe.  ez bangi yezdan dıkım.bila kul û derdê evîna mednîgarê di ser dilê tekeve û miradê te pêne be.kul û derde wê ket ser dile bavê te jî.’’

Li ser vê nifira pîrê,lawê patîşah dikeve nava xewn û xeyalên kûr û roj biroj li pîrê û nifira lêkiriye difikire.gelo ev çı bu ku bire jı mın re got. Demek dirêj derbas dibe,hew xwarinê dixwe û gelek lewaz dikeve. Patîşah dibine ku lawê wî roj bi roj zeîf dikeve û bangî hevsera xwe dike û dibêje: çi bi sere lawê min de hatiye? Heyran ka jê bipirse bê çi pirsgirêkên wî hene.: 

Dayîka wî êvarî dema şîvê datîne û cardin bi qelsî dixwe,dayika wî jê dipirse û dibêje  ka çi bi te hatiye tu nema xwarinê dixwe tu dike ji birçîna bimrî de ka bêje çî derdê te heyî?  Li ser vê pirsa dayika xwe dibêje: dayê berî bi çendakî min û hevalên xwe dema me bi gogê dileyst goga min li kûzê ava pîrê ket û şikest ,pîrê nifir li min kir û got tu derd û kulê , mednîgarê bivîne û tû bi miradê xwe şa ne be.her çiqase dayika wî got de pir bi ber gotinên wîsa nekeve lê wî got dayê ez ê bi dû vê keça bi navê ,   mednîgarê bikevim heta Ku ez wê nebînim ez neyêm malê, dayika wî  çiqasî li ber da lê tu feyde nekir û biryara xwe da ku bi çol û çepelekeve daku ew navê pîrê qal dike bivîne û kula ketiye ser dilê xwe derxîn e.

Dayika wî jê re got madem tuyê biçe bi tenê nere. Li nava bajêr bi qasî sîh destbirakê te yên şîr heye, her şevên li mala yekî bive mêvan û ji bona bawerîyê dema razandinê ji wan re bêje ez dixwazim sere xwe daynim ser çonga te û razêm dema tu li ser çonga wî raza û hetanî sibehê serê te ji ser conga xwe neda alî tu pêzani be ku ew ê bi tere bi rastî tevbigere û dostê te ye. Û tuyê wî bi xwe re bi ve. Ê ku tu tahamûl nekir û sere te ji ser çonga xwe da alî tu pêbizani be ku ew ê bite re bi rastî tevnegere û wana bi xwe re ne be. Lawê patîşêh gotina dayika xwe dixe serê xwe û tûrê xwe davêje ser milên xwe dikeve ser rê û diçe.şevê li mala destbirakekî xwe yên şîr dibe mêvan û tiştên dayika wî jêre gotibû dikir. Li mala kîjanî dibe mêvan,dema xewê tê, ji wan re dibêje ez ê sere xwe deynim ser çonga te û razêm bîst û neh rojan bi vê hewî derbaskir,. Li ser vê tu dest birakên wî sere wî hetanî dawiyê li ser çonga xwe nehişt bi tenê mehmedê gavan hetanî sibehê sere wî li ser çonga xwe hişt û destbirakê xwe lawê patîşêh serê wî ji ser çonga xwe neda kêlekê:

Dema şiyar bû dît ku hîn jî sere wî li ser çonga mehmedê gavan e û jê pirsî te çima bangî min nekir : hevalê wî got heyran;cara ewile ku destbirakê min î şîr li mala min bûye mêvan, min qêmîşî te nekir ku ez te ji xew şiyar bikim û sere te hetanî sibehê liser çonga min bû, li ser vê lawê patîşêh ji destbirakê xwe yê şîr mehmedê gavan re got ; tuye bi min re were û em ê li çol û çîyan bigerin daku nifira pîrê li min kiriye ji ser xwe bavêjim.:

Mehmedê gavan:her çiqasî got heyran ez gavanekim ma çênabe ku ez werim tu kurê paşê, ez gavanim. lê gotinê feyde nekir û ew neşikand erê kir:lawê patişah du hesp anîn,heqîbên herdu hespan dijî zêr û zîv kir û suwar hatin û ketin ser rêya nepenî û çûn:

Çûn çûn,çûn bi qasî 50 .60 rojan meşiyan. Çîya çîya ,newal newal, di nava daristan bax û baxçan re derbas bûn , li qesrekê rast hatin û got em ê îşev bivin mêvanê vê qesrê, li ber deriyê qesrê rawestiyan bi rişmên hespê xwe girt û di deriyê qesrê re ketin hewşa qesrê. Hesp li ber alifan girêdan û bi pêlikê qesre re rapelikîn û di deriyê qesrê re ketim hundir qonaxê bala xwe dayê ku qesra bi xalîyên rengoreg xwmilandî ye,lê tukes di hundurê oda qesrê de tune.

Lawê patîsah ji mehmedê gavan re got;heyran em ê îşev li vê odê razên hetanî sibehê,  li  oda raxistî rûnişt û xwe dirêj kir,Dema hebek dem derbas bû dît ku deng ji metbaxa qesrê hat û li dengê ji metbaxê dihat şingîna tebex û kevçiyan ûli ser sînîka baqir tijî xwarin, şîv ji wan re hat li ber wan dani tu kes xuyanabû, lê her tişt bi xwe tê ber wan .ketin nava tisr û xofeke mezin; lawê patîşah got heyran xwarina xwe bixe em ê paşê fêm bikin bê ev çi nepenîya vê qesrê ye. Têr şîva xwe xwarin û serî avêt xewê:  

lê xewa mehmedê gavan nehat fêmkir ku kerameteke vê heye.û ji xwe re got hetanî ez fêm nekim ez ê şiyar bimînim,lawê patîşah ne xema wî bû ew ket xew.

Pîştî şev qar dibe û bi şûn de ,dengek tê dengê çend kesan û bang dike ji xwedîyê kesrê re dibêje axayê min; xuya ye îşev mêvanên te hatine,ew jî bibêje raste ketin xew.

Dibêje birako xwezî niha şiyarbûna û dengê min gohdar bikiranan,ez bi vê meşa wan ya domdirêj dizanin, dengê min bibihîsta minê rê bi ber wan xistana ,l rêya ku ewê pêde herin,rêya nevegerê ye..

Azayê wî  jî dibêje hema bêje dibe ku yek ji wan şiyar be û dengê te her e wan;

Li ser wan nîqaşan : dibê başe ez ê bijim, û dest bi axaftina xwe dike,

‘’Niha ev herdû mirov li ser rêyek dûr û dirêj in, dema bi rêde biçin du rê dê bêne bêşiya wan, yek rêya fireh û yek jî xaçerêk e. ger ku di rêya fireh re herin dê ne ji xêra wan re be û ewê winda bibin.,Rêya rast a xaçerêke ,dema di xaçerêkê re here dê tahtekî mermer û mezin li ser rê bivîne. Bila wî tahtê mermer bilind bikin û bide alîkî û dê dû gemên hespan bivînin û rahêjinên û bimeşe dê di meşeke dirêj bimeş in hetanî ku çûn ber deryayê û ji hespên xwe peyabin rişmê hespê xwe li dora stuyê wan bigerîne û berde:û ,gemê di dest xwe de li hevdû xînîn dê du hespên din ên bahrînî li berwan bisekinin û ew ê li wan hespan siwarê û di ser deryayê re wan derbast bike. Dema gihaştin hêla din ya deryayê bila zêrên di qesîdan de li erdê raxin û bila bêjin zêrê me şîl bûye me li ber tavê raxistîye.// Ew ê qedera wan bi cerdonekî ve girêdayî be,ew cerdon dê rê bi ber wan xîne//: dema zêrên xwe raxe erdê dê Cerdonek ji kuna xwe derkeve û were zêran bikişîne:  dema cerdon het bila cara ewil bêhêle ku zêr û zîvan bive ,deng nekin ,cara dudiyan jî cardin deng dernexin û cara sisiyan bila cerdon bigirin :yanî ku xelasîyek wan hebe bi wî cerdonî ye: dibê wihaye ji hev re dibêjin wihaye û  deng qut dibe.’’

 Mehmedê gavan li van gotinan hemûyan guhdarî dike . dibe serê sibehê,radibin ser xwe dibîne ku ji metbaxê dengê çingînek tê diçîn dibînin ku taştêya wan amedebûye taştiya xwe dixun û ji qesrê vediqetin û dikevin ser rê. Demeke dirêj dimeşin dibîne ku du rê tine pêşiya wan,lawê patîşah dibêje heyran em ê di vê riya fireh re herin, .,mehmedê gavan dibêje na ,û wiha berdewam dike ,hetanî niha te çi digot min min wekî te kir, lê ji niha û pê de tu wekî min bikî. Em ê di xaçerêkê re herin Lawê patîşah her çîkasî naxwze jî lê mehmedê şivan pêdizane û dikevin xaçerêkê.

Qederekî dimeşin dibîne kevıreki pahn yê mermer dibînin ,tişta ku li qesrê bihîst rast bû,taht bilind dikin û du gemên hespan di binê taht de dibînin radihêje û dimeşin:

Diçin, diçin demek dirêj dimeşin û bahra avê tê pêşiya wan, li ber perê deryayê disekinin ji hespan dadikeve hespê xwe berdidin, herdu gemên  yê ji binê kevirê mermer derxist li hevdu xist û dît ku du hespên deryayê ji nava bahrê derket û hat rexê deryayê :herdu  destbirak her yek li hespê deryayî sıwar hat û derbasî aliyê din bûn….piştî derbasî hêla din bûn mehmedê gavan got em ê Zêrên xwe raxin,lawê patişah got :ma çi hewceyî raxistinê dike?  lê destbirakê wî got ka tu sebir bikî.:. Piştî ku Zêr û zîv li ber Rojê Raxist û demek kin derbas bû,Cerdonek ji qula hêlîna xwe derket û hat rahişt zêrekî, lawê paşê got :”heyran ka em nehêlin wî bigirin”destbirakê wî jê re got sebir bike, cara dudiyan cardin zêrek bir.:û Cara sisyan ku cardîn hat hema bi carekê ew girt.! Dema cerdon girt,cerdon kir qêrîn û gazî,û got:

“çêlikên min hûrikin dê ji tîna û birçînan bimrin min berdin,hûn çi ji min dixwazin ? Li ser vê mehmedê gavan got “çîrokame eve ger ku tu bibî alîkar em ê têra te zêran bidıne te, û paşê te azad bikin, xelasiya me di destê te de ye, Cerdon dibêje ka hûn çi dixwazin bejên ez ê wekî we bikim, :li ser vê çîroka xwe vedibêjin .Cerdon tişta  ku ew ê bêyî kirin ji wan re dibêje û gavavêtina ewil û ya dudiyan û ji wan re hemû planan vedibêjin:”  hûn qet denge xwe dernexin bejin bila fanos beje ez ê jî di baş fanosê de xwe veşêrim .dıbeje merdnigarê keçeke gelek zana û pêşketıye. Bi  herkesi qayil nabe,gelek xwazgînî yên wê hat û şerdê bavê wê digot nikarî bûn bi cih baniyan celedan sere wan jêkirin.Merdnigarê keçeke wiha ye  ket napeyive ger ku hûn wê 3 caran nepeyıvinın dê serê we jî  jê bıbe.

De ka li min guhdar bikin ez ê merdnîgarê 3 caran biştexilîn im, tiştê ku ezê ji wer e bêjim hûn eynen binen cîh.     

 Ewil ,Herdu destbirak tiştê cerdon baş hîn dibin û têra çêlikên Cerdon zêr û zîvan didên û berê xwe didin mala bavê merdnîgarê,:

Diçin li pêşiya mala bavê merdnîgarê li ser kevirê xwazgîniyê rûdine:piştî demekê bavê keçikê derdikeve û deng li wan dike,Dibêje:

Hûn kinin,? we rêya xwe windakiriye?hûn pê dizanin ku hûn lı ser kevirê qîzxwestınê rûnıştının.

Ew ji bersıva bavê merdnigarê dıde û dıbêje ,er ê em dızanın û em xwazgininin. Lı ser vê bave keçıkê dıbêje heyran geleki mina we hat û şerdê me kebûl kır lê bicih ne anîn û paşê serê wan jê bû. Hûn jî şerde min bi cîh neynin,sere we herduyan jî jê bibe.  

Belê gohdarvanen eziz û delel. …dıbe êvar dıçın li oda bavê merdnigarê mîna ku cerdon gotiye dikin û dibêjin sila li ehle fanosê.û derbasi dawiya odê dibin. Ode tıjî Mirov mirovên axê buye.û dest bı axaftınan dıkın.

Bave merdnigare dbêje

’’’ Hûn  bi bazara min dizanin şerdê me çi ye hat gotin û we jî pejiran paşê bila gazin an bexşandin neye gotin.ger ku hûn sê caran keça min biaxivîne,ez ê keça xwe bidim,lê ku hûn nikaribin serê we jê dibe . hetanî niha tu kesî sê caran keça min neştexilandi ne.û dıbêje kerem ke:.

 Mehmedê gavan  DIBÊJE HEYRAN EM TIŞTEKÎ NABÊJIN BILA FANOS JI MER RE  biştexile.:  ; lı ser wê gotina mehmedê gavan,hemû cimhet matmayi dımine û bala xwe dıdın fanosê..deng jı fanose tê û dibeje.;

Ez ê niha çîrokerkê vebêjim û bersiva wê hûnê bidin. Fanos dest bı axaftınêdıke.û dibeje.’’heyran rojeke 3 destbirakê hev,yek xerat e,yek çildirûn e û yek jî sofi ye …dem adi rêyeke domdirj re diçin li wan dibe êvar û nema dizanin çi bikin, li nava ciheki cîhekî nepenî  û tenha li der o dora xwe diğerin û li şıkeftekê ras tên . Hersê destbırakên hev, dîkevin  hûndir şkeftê …jı hevdu re dıbejin ev der dereke gelek xeternak e, di be ku ajal ,sewan an heywaneten xeter wer me bıkuje emê tedbîra xwe bigrin. Her carê yek ji me bi dorê rabin nobedariyê bigrin. Du heval radize û yek şıyar dımine.ewil yên ku xerat dikeve nobedariyê. Di nobedarıye de jı bona dema xwe  derbas bike dıçe jı derve çend daran dibi re û tine hundur şıkeftê bi wan iskeleteki mirovan çêdıke. Hetani xılas dıke nobeta wi ji dıqede. Û bangi hevalê xwe yê cilan didrû dike, û diçe radızê..

Yê cıldirûn bala xwe dıde hundır ku hevale wi iskeleteki mırovan jı textan çekırıye. Geleki kefa wi je re te u ew ji lı gora wi iskeleti cılen jıneke le dıediline u dıke mina qizeke  18 de sali hu geleki xweşik dıke… dema wi ji dıqedı u bangi sofi dıke ..sofi dora wi ya nobederıye de çavlı wi peykere qizıke dıkeve ü hema ew ji bergerina xudayan  dıke da ku ruh berde vi peykerei.   U bı careke re ruh dıkeve peyker u dıbe mırov.. …mehmede govan dıbeje geli cımhete gelo ev qiza hekqe kijani ye.e xerat,an e cıldırun yan e sofi ye.  Lı ser ve pırse cımhet dıbın du beşan u henek dıbejın heqe merengoze jı berk u wi ew fıkır kır u bı textıkan iskelet çe kır… henekan jı got heyran heke çıldırun e,wi kınç dırut u lekır kır qizeke delan….. lı ser van gotınan merdnigare xwe negırt u got heyran hun çı sereşıyan dıkın heqe sofiye ger ku bergera xwadan nekıra u ruh berdeda bedena we nedıbu.. dema erdnigare axıfi hema lawe paşe got heyran we bıhits waye erdnigare axıfi.

Bave we got heyran we  ezmuna ewıl derbas kır. 

Cımhet belav bu ew ji derketın u cardın demhat u çun mala bave ertnigare. Ketın hundır u got sılav jı ehlen fanosere.cımhete jı bersıv da u got ehlen wesehlen u runıştın.xedıye male got mevanen me ye jı we re bıaxıve. Lawe paşe got heyran em xeribın jı dur ten eme bejın çı de bıla fanos bıştexıle u cımhet hemu bala xwe dan fanose. Deg jı fanose derket u dest bı axaftıne kır… got : lı bajareki se pısmame hevdu  hebun u  dozmameke wan hebu…herse pısma ji dıl ketıbu dozmama xwe. Çereke herse pısmam lı bona debara xwe bıke dıçın lı başareki kar u xebate.. demek dırej derbast dıbe dema vegera male herse pısmam dıçın lı bajer pedıvıyen xwe dıkırın daku wegerın welate xwe.   

Dema lı bazara alavan dıgere jek je dıbine ku mırove bang dıke u dıbeje tejen dıfıre hene: ew jı meraq dıke u dıpırse çaw yani? Mırove tejfıroşt dıbeje dema tu lı ve tejıke sıware u tu bıxweze here ku tüye xwe lı wır bıvine u tüye lı wır peyebe.kefa wi gelek jı we teje re te u dıstine. Dı dılı xwe de dıbeje dema ez berıya dozmama xwe bıkım hema ez e lı tejıke sıwarem u herım. Ye dın jı dıçe bal xwe dıde ku ye dıbeje durbine mın hene u hun kengi bıxwezın mırovan bıbine ,çıqasi durbe ji ewe bine nezi we.. lı ser ve ew ji dı dıle xwe de dıbeje eze durbine bıkırım daku ez lı dozmama xwe meze bıkım.  U dıkıre.. yes sısıyan ji dıbine ku yek bang dıke u dıbeje ev tasen ave mırovan jı mırıne xılas dıkın u dem adı ber sıkrata mırıne de be bı ava ve tase jı mırıne xılas dıbe. Ewji we tası dıkıre u dı dıle xwe de dıbje ger ku dodmama mın dı ber mırıne keve eze bı ve tase ave bıdıme da ku jı mırıne xılas bıbe. Dema herse vedıgerın male u tışta kırine bı hevdure parve dıkın . u çiroka herse amuran bı hevdure parve dıkın…. Xwedıyö durbine dıbeje ka ez bınerem be lı walet çı heye: dem abı durbine lı welate xwe dınere dıbine kul ı mala dodmama wi qerebalıx e u deng te dıbejın dotmam ketıye sıkrata mırıne: hema jı herdu pısmame xwe re dıbeje dodmama me dı sıkrata mırıne de ye.ye xwedıye tejıke dıbeje heyran de ka wer em lı tejıke sıwaren u em xwe zu bıgenın welet. U her se pısmam çawa lı tejıke sıwar ten xwe lı welet dıbinın u dıçın mala dotmama xwe. Dema dıbine ku dotmam dı sıkrate de ye ye xwedıye tase diçe u bı tasa ave dıde dodmama xwe u dotmama wan bı ser hışe xwe de tö u radıbe ser xwe…  :   de ka cımheta delan ev dotma heqe kijan pısmami ye? Cardın cıhmet lı nava hevdu dıkevın. Henek dıbeyı heqe xwedıye tejıke ye.ew nebaya xwe nedıgıhan dodmama xwe,henek je ji dıbeje na heqe xwedıye durbineye ew neba ya bı dodmama xwe u eşa we nızanıba.cardın cıhhet bu du beşan.

Cardın li ser vê mineqeşe çê bû û merdnîgarê xwe negirt û axifî got; heyran ne heqê tejikê û ne heqê yê dûrbînê ye,heqê ym xwediyê tasa ava sikratê ye ger ku ew ava sikratê nedayê dê bimra. Û li ser vê lawê axê got heyran wayi we bihîst cardin merdnîgarê axivî. Bav merdnîgarê got ev bû du car ma carek.

Li ser vê cimhet belavbû û herdu destbirak bi cerdon re derketin, cerdon ji wanre got; heyran vê carê baş godarbikin ger ku hûn ne baldarbin ew ê min jî û we jî bikuje. Bele ev cara dawî ye, vê carê dê ew ê pisikekî bînîn cemhatê. Hûn jî min têxin bine eba xwe dema pisîk weri dê ew ê bênamin here pozê wî û ewê li dora cihê bêna min jê were bigere, wê deme hûn jî , min berdin ez ê xwe li fanosê biqelibînîm, dema fanos biqelibe û dinyayê reştarî bibe tu kes kesî nabîne.û cardin merdîgarê dê biştexile. Bernama xwe temam dikin û cardin derbasî oda bavê merdnîgarê dibin. Dema derbast dibin hundirê odê tijî mirovin û cardin dibêjin silav li ehlên fanosê û rûdinin..

Cerdon di bênê ebayê de sere terîka wî dixuye. Bavê merdnîgarê ji xwe bawer dibêje keremke de ev cara taliye ye dema wer dibe je xulamên wî jî pisîk berdidin hundir odê.. bisîk çawa dikeve hundir û behna cerdon dikeve bêvîla wî û li dorî cemhetê dide çîrivîtkaê. Memede gava dêla cerdon hebekî derdixe û pisîk çavlê dikeve û êrîş dike bi vê re cerdon berdide û cerdon jî bi bazdan xwe li fonosê diqelibîne û fanos dikeve erde dişkê.. dema fanos vedimire û hundir odê dibe şevtarî; li ser vê merdnîgarê bi hêrs  dibêje; hû çi dikin ,we hertişt tevlî hev kir.. li ser vê lawê padîşah dibêje heyran ev cara sîyem merdnîgarê axivî. O bi deste wê digire û bere xwe dide qonax bavê xwe.

Cardin tê ber pere bahre geme hespê bahrîn li hevdu dixîne du hespên bahrîn tê li wan siwar dibin derbasî hîla bahrî din dibin û her du hespan berdidin cardin li hespên xwe swar tên û dikevin ser rê..

Demeke dirîj dimeşin cardin li qesra bere rastên û xwe davêjin hundir. Şeva xwe li qesrê derbasdikin, lê cardin ji qesrê deng tê û wiha dibêje.; yek ji yê din re dibeje axayê min ev herdu mêvanên te yê wê şevan ku ji bona merdnîgarê ketibûn sere. Demekî li min godarkiribûn. Waye evîna xwe jî anî ye. De cardin ez ê tiştnan bejim hêvî dikim ku deng herin wan.: û wiha didomîne dibe je ; ger ku herin malê,dê bavê wî ewê nehêle ku miradê wî bi merdnîgarê bi ve; ew derdû kulê merdnîgarê di ser dile bavê wî de ye. Dema ku here mal bavê wî ew ê tazîyekî (tahjî) bi sêrê bişîne pêşiya wî û dema deste wî bi tajî bive dê bibe mîna ariye, bila çibike ,bila çawa kû hat nêzî wî hema şûrê xwe derxîne û sere wî jêke. Û dema gihaşt deve deruyê malê dê ji hespê xwe peyabe û mehmedê destbirakê xwe li kolanê xwe bike û derbasî hundir bibe. Ji berk u di serdera derî de marekî bi cîhkirî ye heye:

Cardin mehmedê gavan li van kerametên vê qesrê guhdarî dike û dema dibe sere sibehê. Li hespên xwe siwar tên bere xwe didin malê.

Dema nîzî qonaxa bavê xwe dibe dibine ku tajîyekî reş ku mîna kîrojkan bi lezgîn xwe li wan girt û hat.. mehmedê gava çawa ku nêz bû hema jûrê di deste xwe de avê serê wî jêkir. Li ser vê lawê axê got te çima werkir, jê re got heyran ev sêr bû. Û meşiyan qonaxê dema gihaşt ber deriye konaxê mehmedê gavan hesp sekinan û berî ku derbasî hundir bibe, ji lawê patîşa desbirakê xwe re got dakeve û tuyê min li kolanî xwe bike, lawê axê ew neşikan û li kolanê xwe ki û dema derbasî hundir bû marê bi sêê xwe dirêj kir dît ku ne lawê paşê ye û cardin xwe kişand kunê bi vê lawê patişêh gihaşt miradê xwe ;   lê a ku ew anîn wê merhelê rêhevaltiya rast bû..

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !