Xelat, yek ji navçeyên Bedlîsê ye. Rûbera wê 1.044km² ye. Hejmara niştecihên navendê 23.000 û bi giştî jî nêzîkî 45.000 e. 26 gund û 2 mezreye wê hene. Gel ji Kurdan pêk tê. Di salên 60´î de dewleta Tirk navên erdnîgarîk ên Kurdî qedexe kiriye û navên bi Tirkî pêve daniye.
Seyda Mehmûd Birifkanî,di pirtûka xwe bi navê Birifkan Seydaları da weha goti: Çar hêzar sal berê dema Huriya ev bajar ava kir. Her du tiştê kû jê hez dikirin kû ax û çiya bû bi heve zeliqandin û gotin Xelat yanê (ax) û (lat). Her wek tê zaninê alîki Xelatê çiyayê Sîpani û alîki wi ji ax. Xelatê navê xwe girtiye. Her wek tê zaninê Huri bapirê Kurdan e.
Di tomarên dîrokî de navê Xelatê wekî Xelat, Xalads, Axlat, Şaleat (Ermenî), Kelath (Aşûrî), Xîlat (Erebî) derbas dibe. Piştî ava bû na Komara Tirkiyê di sala 1924’î de dibe navçe.
Wargehên dîrokî û tûrîstîk ên Xelatê
- Pireya Xerabşarê
- Kela Romayî
- Kela Xerabşarê
- Mizgefta Babacan (tr. Bayindir Cami)
- Mizgefta Îskender
- Mizgefta Qazî Mehmûd
- Mizgefta Lezgîn Beg (tr. Ulu Cami)
- Goristana Med (tr. Türk Büyükleri Mezarligi)
- Goristana Şêxê Reş
- Goristana Çilbira
- Goristana Erkîzan
- Hemama Emirxan Îskender (tr. Iskenderpasa Hamami)
- Kumbeta Erkîzan Xatûn (tr. Erzen Hatun)
- Kumbeta Keşîş
- Kumbeta Filehan (tr. Hasan Paşa Kümbeti)
- Kumbeta Lezgîn Beg (tr. Emir Bayindir Kümbeti)
- Kumbeta Xosrov û Kinarê (tr. Esen ve Tekin Kümbeti)
- Tirba Şêx Necmedîn
- Tirba Emirulereb (tr. Ali Tübesi, Arapemiri Türbesi)
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com