Lokman Polat
Edebiyat/wêje bi taybetî jî roman her diçe digehure, xwe nû dike. Teknîk û stîla nivîsîna romanê nûjen dibe. Metoda nivîsîna romannivîseran, mijar û naveroka berheman, tevn û lihevanîna bûyeran bi şêweyeke modern pêk tên û mirov ferqa vizyona berhemên klasîk û yên modern dibîne.
Romannivîserên cîhanê bi afrandina berhemên xwe yên edebî ku her yek bi şêweyeke hatiye afirandin, edebiyata cîhanê bi reng dikin, dewlemend dikin. Di sedsala 19-an de ekola edebî ya realîst a civakî xurt bû. Beriya vê ekolê hinek ekolên edebî yên din hebû û piştre gelek ekolên din yên edebiyatê derketin holê. Di sedsala 20-an de cîhana romanê hate guhertin. Ji nav cîhana kevn cîhaneke nû hate damezrandin. Ev cîhana nû bi şikil, şêwe, fiction û motîfên cihêreng ve estetîkeke nû pêk anî.
Di sedsala 20-an de guhertinên mezin di nav civakên cîhanê de pêk hatin û di hêla gelek tiştan de pêşveçûnên civakî rûdan û di hêla îlîm û teknolojiyê de pêşketinên berbiçav derketin holê. Herweha di hêla edebiyatê de îlmên edebî bi ramanên nû riya pêşveçûnê vekirin. Kar û xebatên derbarê edebiyatê de geş bû. Li Ewropayê dibistanên edebiyatê vebûn û dibistana Frankfurtê di hêla dîtin û ramanên edebî de ekoleke pêk anî. (Ez ê di nivîseke din de behsa ekola dibîstana Frankfurtê bikim.)
Di demên dawîn yên sedsala 20-an de berhemên edebî bi şêweyeke cûda derketin pêşberê xwendevanên cîhanê. Berhemên modern û paşê jî postmodern hatin afirandin. Ev berhemên weha ne ji bo tevan, lêbelê ji bo hinek xwendevanan bû weke ronahîya ku ji nav kaosê derkeve der. Berhemên edebî yên post-modern ferqa xwe û berhemên din derxistin holê û xwestin di rêçeke nû de bimeşin. Berhemên post-modern ji alî hinek xwendevan ve hate ecibandin û ji alî gelekan ve nehate ecibandin.
Nivîskarên post-modernîst hetanî karibûn xwe ji ekola sosyal realîzmê bi dûr xistin û wan fictionê ji xwe re kirin bingeh û berhemên xwe bi metodeke cûda û bi şêweya lihevanîna bilind ku jê re dibêjin “metafiction” pêk anîn.
Edebiyat herdem xwedî fonksiyoneke bûye. Ji dema afirandina romanê heta niha roman roleke girîng di jiyana civakên cîhanê de leyistiye. Civakên ku qîmet û rûmet dane edebiyatê û edebiyatvanên xwe, pêş ketine, nûjen bûne û jiyana demokratîk pêk anîne. Di jiyana însanan de yê ku xwe daye qebûlkirin û hezkirinê edebiyat bi xwe ye. Fîlozofê ramanwêr yê bi navûdeng Jacques Derrîda di gel ku fîlozof bûye, dîsa jî wî xwestiye bibe edebiyatvan û ew dibêje “min herî pir ji edebiyatê hez kir. Edebiyat dê di pêşerojê de fonksiyonên girîng pêk bîne.”
Sedsala 21-an sedsala azadiya ramanî û pêşveçûna civakî ye. Di vê sedsalê de berhemên edebî bi belavkirina ramanên azadî û humanîzma felsefî ya modern û pêwîstiya azadîya cîvakî li cîhanê, fonksiyoneke pozîtîf pêk tînin û ji bo pêşveçûna civakan dibine rêça ronahiyê, wekheviyê û dadmendiyê.
Edebiyat ji hêla guhertinê ve fonksiyoneke dualî pêk tîne. Di aliyek de di dedebiyatê bi xwe de guhertin û di alî din de di civakê de guhertin. Ev herdu guhertin dibe sedemên gelek guhertinên din yên sosyal, siyasal û jiyana civakî.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com