Bajarê Gimgimê

Çand û Dîroka Bajarê Gimgimê

Gimgim navê navenda Varto ye. Tirkan ev nav neguherîne. Varto li bakurrojhilatê Mûşê dikeve û navçeyeke Mûşê ye. Li bakurê Gimgimê Xinûs, li rojava Çewlîg (Bîngol), li rojhilat Kop (Bûlanik) û li başûr jî Çiyayên Şerevdînê (Şerefdîn) hene.

Rûbera axa wê 1.418 km² ye û bilindahî li bakur, aliyê Çiyayê Bîngolê 3.000 m û li hêla Çiyayê Şerevdînê jî 2.300 m ye.

Li ser bingeha navê Gimgimê zelalî nîne. Pir kes di wê bawerîyê de ne ku, ev nav ji Urartûyan tê. Berîya Terteleya Ermeniyan 1914-1915 çend gundên Filehan jî li herêmê hebûne.

Bi navê Vartan êlek, eşîrek Kurd heye li Gimgimê. Hin ji malbatên wan li gundê Qeremêşê dijîn. Guman e ku navê xwe dave Gimgimê.

Angaşta dûyemîn navê Gimgimê ji bêjeya Urartû derketiye lê Urartûyan bo xwe ev nav ne bikaranîne. Piranîya zanistan viya napejirînin.

Angaşta sêyemîn ji şibandina peyvan tê. Hin dîroknasên Ermeniyan li erdnîgariya Kurdistanê, li şibandina navan digerin. Peyvên Kurdî heger bişibin Ermenîkî Herdu ziman jî ji heman malbatê ne dibêjin “ev berê cihê Ermeniyan bûye”. Ev ne rêbazeke zanistî ye. Gorî angaştayê Gimgim ji bêjeya “vart” a Ermenîkî tê, wateya wê jî gul e. Ango cihê gulan. Lê em dizanin avhewaya Serhedê çiyayî ye. Sar û ziwa ye û ti carê Gimgim nebûye wargehê gulan. Bêjeya Vart herwiha di Pehlewiya kevn de jî cîh digire û bi wateya gul e.

Bi texmînî koka navê Gimgimeê ji bêjeya War=Wargeh=Zozanê tê. Çanda devkî ya herêmê de behsa du birayên bi navê Îno û Tato tê dikirin. Dibêjin ev bira bûne û ji parêzgeha Dêrsimê hatine. Mêrxas bûne. Guman e Gimgimê bingeha xwe ji Warê Tato girtibe. Berîya sedsala 16. gelê nedigotiye Gimgim, tenê Gimgim di bikaraniye.

Êla Vartan jî dibe ku ji neviyên Tato bin an wextekê li navenda Gimgimê dijiyabûne û Gimgime di destê wan de bûye.

Dîsa navê Gimgim gorî hin angaştayên, ji ber erdhejan derketiye. li 31.05.1946´de bi hêza 5,7 erdhejek mezin li Gimgimê pêkhatiye û 839 kes mirine. 19.08.1966´de bi hêza 6,9 erdhej çêbûye û 2.394 kes jiyana xwe ji dest dane.

Dîroka Gimgimê heya Mediyan aşkera bûye. li Gimgimê bermahiyên serdema Urartûyan hene. Pers, Rom, Bîzansî, desthilatdarî kirine. Di navbera Keyaniya Îranê û Osmanîyan de gelek caran Gimgim cih guhêstiye.

li Şerê Çaldiran a 1514 de, maye di destê Osmaniyan de. Mîrîtiyên Kurdistanê di karên xwe yên navxweyî de azad bûne di dema Osmaniyan de. li Serhildana Şêx Seîd de, Gimgim xwedî roleke dîrokî ye. Bi qasî demeke kurt be jî Varto azadî tehm kiriye. Dîsa Gimgime di şerê netewî de bûye şahîdê lehengî û îxanetê. li ser pira Evdirehmanpaşa ya di navbera Mûş û Vartoyê de Şêx Seîdê nemir dîl ketiye destê Dugela Tirk.

Hejmara niştecihên navenda Gimgimê niha zêde bûye. Aborî li ser xwedîkirina pez û dewar, firotina berhemên şîr e. Niştecihên Gimgimê bi zaraveyên Kurmanc û Kirdkî Kirmançkî, Dimilkî an Zazakî diaxivin. ji aliyê olî de Sunnî û Elewî ne. Li Gimgimê radeya perwerdehiyê bilind e. Niştecihên herêmê jiyaneke nûjen dijîn.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hinek leyîskên kurdan ên kevnar

Mehmet Gur Kerkê kerajoyê Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !