Erdheja Wanê – 2011

Erdheja Wanê 2011 yek ji erdhejên mezin ên li Kurdistana Tirkiyeyê rûdaye ye. Di 23ê çiriya pêşîn 2011an de, di katjimêr 13:41ê de pêk hatiye û bi qasî 25 çirke berdewam kiriye.

Navenda erdhejê 17 km ji bajarê Wanê dûr e, nêzîkî gundê Sorsoratê. Derbareyê hêza erdhejê de nêrînên cuda hene. Pirranî dibêjin hêza erdhejê 7,2 richter bûye. Erdhejê ziyana mezin da parêzegaha Wanê.

Balafirgeha Wanê jî ziyan dît û bo demekê seferên balafiran hatin rawestandin. Bi sedan avahî hilweşiyan, dibistaneke sitarê ket xwarê.

Bandora erdhejê li seranserê Bakurê Kurdistanê (Îdir, Colemêrg, Riha, Erzerom, Agirî, Mêrdîn, Amed, Mûş, Bedlîs, Qers, Êlih, Sêrt) rûda. Herwiha erdhej li bakurê Îsrael, Îran, Gurcistan, Azerbaycan û Ermenistanê jî hatiye hîskirin.

Hejmara mirovên jiyana xwe jidest dane 605 kes in û 4.152 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan (27 çiriya pêşîn 2011 – 10:00) di erdhejê de hejmara avahiyên ku bi temamî xira bûne 3713 û hejmara avahiyên ku kêm xesar dîtine 2209 in. Bi tevahî avahiyên bixesar 5922 bûn.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !