Ertoşî yek jî konfederasyona eşîrên kurda ye. Ev eşîr li gelek deverên Kurdistanê belav bûne.
Li bajarên wek Colemêrg, Çelê, Wan, Elbak, Elkê, Şax, Payîzava, Gever, Duhok, Sêmêl, Şirnex, Şêxan Panos, Melezgirt, Elcewaz, Xelat dijîn.
Bi dûçûna çavkaniyên herêmî bingeha vê eşîr-konfederasyonê li gundê Ertoşa girêdayî Çelê ye. Li vir belavî deverên din bûye.
Bi dûçûna Martin van Bruinessen di dema mîrektiya Hekarî de du baskên civakê hebû, yek baska çep yek jî baska rast bû. Baska çepê aligiriya Mîrê Hekarî dikir û Pinyanişî bûn. Baskê rastê jî mixalifên Mîrê Hekarî bûn û Ertoşî bûn.
Konfederasyona Ertoşiyan ji du baska pêk tê. Ji her du baskan re jî bi giştî 12 bab derketine.
Baskê yekemîn Mendkan e kû ji eşîrên Giravî, Memedpîran, Alan, Êzdînan, Xelîlan pêk tê.
Baska duyemîn Hacîmendane ku ji eşîrên Şîdan, Şerefan, Hacan, Gewdan, Mamxuran, Jirkî, Qeşûrî, Zêdikan pêk tê.
Ji van eşîran Giravî îdîa dikin bingeha wan digehe Xelîfeyê 2yê yê Îslamê Emer.
Endamên Konfederasyona Ertoşî
- Mamedpîran an jî (Mehamedan – Mamedan)
- Hacan (an Havcan)
- Alan
- Xelîlan
- Xawiştan an Xaviştan
- Şîdan an jî Seidayi
- Şerefan
- Gewdan
- Mamxuran an Mamkur
- Jirkî an Jîrîkî
- Zêdik an Zêdkî
- Giravya an Giravîyan
- Îzdînan an Êzdînan
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com