Evîna Pîrê

Dilbirîn Dilo

Dîsa vî bêbavî nehat, tim û tim wisa dereng dimîne. Belqitiyo ma tu nizanî ez nikarim bi hêsanî derêm der. Ger kekê min,min li vir bibînin wê min bikujin. Ji xwe min ji diya xwe re jî got diçim mala meta xwe Gulîzar. Heke pê bihese neçûme wir dê min rezîl û ruswa bike.

Bû seet û nîv e ku ev pîrê li vir e, li gora ku li der dora xwe dinêre li benda yekê ye. Lê mirov ji axaftina wê fêm nake, xeberên mîna xeberên keçikên nûgihîştî ji devê wê diherikin nav atmosfera gerdûnê.
Hinek bi heyyirî hinek jî bi miraq nêzê wê bûm û min jê pirsî : -Xaltî tu li benda kê yî? – Xaltî diya te ye qeşmer! Tu şerm nakî ji keçikek ciwanik re dibêjî xaltî ?Çi ji te re li benda kê me, zûka ji min dûr bikeve niha Kazîm bê wê şaş fêm bike! -Temmam nabêjim xaltî,Kazîm ki ye?

Bi dengek lorgozî û bi kenek fefiyok xwe hêjand û got; -Delalê min e.
Ez heyyirî bûm lê heyirîna min zêdetir bûbû,vê jinika 70-80 salî ji xwe re digo ciwanik im, di ser de jî ji xwe re xoşewistek çêkiribû. Ez vegeriyam cîyê xwe û li ser rewşa wê fikirîm gelo ev jinik çawa dibe ji xwe re xoşewist çêkiriye. Bi tirs û kelecanî ye jî ha. Ji hêcanê dikir qelbê wê bisekiniya. Wê bi piste pist bi ber xwe ve xeber dida û bi rast û çep diçû dihat.
Wê pîrê di halê xwe de ,ez jî di heyr û metelîya xwe de mabûm. Êdî ji min re bûbû miraq heta min xoşewistê wê nedîta ezê ji wir neçûma bi derek ve. Kêliyek di dûvre du ciwanên lihevhatî û li ser xwe hatin wir, ketin bi piyên pîrê xwestin wê bibin. Pîrê hinek li ber xwe da çêrê wan herdu xortan da. Wan herdu xortan jê re lava dikirin da ku bi wan re biçe mal.

Êdî ez jî li ba wan bûm min pirsî ; – Xêr e keko hûn çi ji vê pîrê dixwazin ? Ji wan yê bi simbêlbizin bersiv da; – Bira ,ev diya me ye, bû sê sal e bavê me rehmet kiriye,bû du sal jî diya me bi êşa alzheimerî ketiye me kesê nas nake,zen dike ku hêna keçikek 17-18 salî ye û tenê navê bavê me zane.
Piştî vê hevpeyvînê herdu zilaman diya xwe girtin û bi hêla erbeya ku li benda wan sekiniye ve çûn. Pîrê hêna jî gef dixwarin ew tehdît dikir;
-Heke Kazîm bê dê teneke bi pey qûna diya we ve bike,hûn çawa min direvînin,Kazîîîîîm, Kazoooo tu li ku yî bêbavo delala te direvînin.

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !