Alan Pîrê di sala 1994an de li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Qamişloyê dibistana xwe ya seretayî, navîn û ya bilind heya lîseyê bi dawî kiriye.
Ji sala 2014an ve di navbera Awisturya û Almanîyayê de dijî.
Niha di Zanîngeha Vîyanayê de di beşê zanistên sîyasî de xwendekar û lêkolîner e.
Alan Pîrê di havîna sala 2019an de weşanxaneyeke bi navê Weşanên Pîrê li bajarê Vîyanayê ava kir, û ji wê demê ve heya niha gelek berhemên kurdî çap kirine. Ew niha gerînendeyê giştî yê weşanxaneyê ye û di karê xwe yê weşangeriyê de giraniyê bêhtir dide weşana berhemên kurdîaxêv tenê.
Alan Pîrê ji sala 2017an ve endamê PENa Kurd e, û ji sala 2018an ve jî endamê encumena rêvebir ya Înstîtuta Çanda Kurdî ya Vîyanayê ye; û ev serê du salan e ku gerînendeyê giştî yê beşa zimanê kurdî ye tê de.
Ew di beşa zimanê kurdî ya ser bi Înstîtutê ve ne tenê gerînende ye, lê belê karê mamostetiya zimanê kurdî jî dike. Çar qursên zimanê kurdî astên: A1, A2, B1 û qursa perwerdehiya mamosteyan bi rê ve dibe.
Alan Pîrê di panzdeh saliya xwe de li ber destê bavê xwe nivîskar Mihemedê Pîrê fêrî xwendin û nivîsîna bi kurdiya kurmancî bûye. Ji wê demê ve bi mijarên girêdayî çand, wêje û zimanê kurdî ve mijûl e.
Gelek lêkolîn û gotarên sîyasî, çandî û wêjeyî bi her sê zimanan; kurdî, erebî û almanî nivîsandine.
Berhemên Alan Pîrê:
-Rastnivîsîn û rêzimana kurmancî. Pirtûkeke hînkirinê.
-Şanonameyeke bi navê “Kum Soro”.
Ferhenga Seydayê Cegerxwîn.
-Tîpveguhêzî û amadekarî
Romana “Baskên Şikestî” ya Cubran Xelîl Cubran. Werger ji zimanê erebî.
-Çend helbestên bijarte yên Durust Îzzet. Werger ji zimanê erebî.
-85 helbestên bijarte yên Erich Fried. Werger ji zimanê almanî.
-Şanonameya “Rojava” ya Birahîm Amîr. Werger ji zimanê almanî.
-Pirtûkeke zanistî bi navê “kurtedîroka mêjî û gîyan, Em ji ku derê dizanin, em çawa hest dikin, em çawa dihizirin” ya Matthias Eckoldt. Werger ji zimanê almanî.