Piştî ku Osmanî heldiweşe û welatê nû tê ava kirin; serokên dewêla nû bang dikin ji bo hemû xortan ku herin eskeriyê.
Di gundê Felekreşo de jî, ew û cîranekî xwe diçin. Ji ber ku di wan çaxan de eskerî çar sal bû bavê wî nehiştibû ku berî ekseriyê bizewice.
Felekreşo û havalê wî didin ciyekî dûr. Ji ber ku xwendin-nivîsandina wî û hevalê wî tune; ne dikarin pirsekê ji malbata xwe bikin û ne jî dikarin nameyê ku keya ji wan re şandibû bixwînin.
Demeke dirêj derbas dibe, havalê Felekreşo nexweş dikeve û ji bona çend rojan destûr didinê û wî dişînin gundê wî.
Kêfa Felekreşo tê cî. Di dil xwe de dibêje ku ew ê hevalê wî ji wî re nûçeyên xweş bîne. Ka belkî bavê wî jê re keçikek xwestibe û dê li hêviya Felekreşo be ku dawî li eskeriya wî bê û herê malê deweta wî bikin.
Destûra ku serokê eskeriyê daye hevalê Felekreşo diqede û hevalê wî dizivire. Felekreşo bi kêf diçe, bi hesret himbêza xwe bi sotûyê hevalê xwe wertîne. Demeke kurt kêfxweşiyê bi hev tînin û Felekreşo bi keserek xurt ji hevalê xwe pirsa malbata xwe dike û axaftinek wiha di navbera wan de derbas dibe:
Felekreşo : “Heval gelo tu çûyî mala me, çawa bûn, baş bûn?”
Hevalê wî : “Belê heval ez çûm lê ne ewqas baş bûn.”
Felekreşo : “Tu bi Xwedayê xwe ke ku tuyê zêde dirêj nekî. Gelo çi hatibû serê malbata min?”
Hevalê wî : “Kûçikê we cihimî bû.”
Felekreşo : “Tu çi dibêjî heval? Kûçikê me wekî şêrekî bû, tu gura pê nikaribû. Malbata me tenê na, temamî gund diparast. Gelo çima cihimî bû?
Hevalê wî : “Hestiyê gayê belek di qirikê de mabû.”
Felekreşo : “Qey gayê me jî mirar bûbû? Gayê me yê ku mirov biqesibanda, mirov dikaribû pê mewlûdek bida ji bo heft gunda!”
Hevalê wî : “Na, gayê we nemiribû, kiribûn boraqa bavê te.”
Felekreşo : “Qey çi bûbû bi bavê min, çima miribû, kîngê miribû?
Hevalê wî: “Heval çi bêjim, çewa bêjim? Deh roj neketibû nava wî û diya te.
Felekreşo : (Eman dike, yeman dike…) “Heval tu çi dibêjî? Qey diya min jî rehmet kiribû?”
Hevalê wî: “Lê ka feqîrê çi bike? Ku şivanê we birê te kuştî û keçika ku bavê te ji te re xwestî revandî, feqîra Xwedê nesebirandî û biheciye.”
Felekreşo eman dike, yeman dike ka ew ê çi bike, tişt ji desta nayê. Dibîne ku nabe zariya ji hevalê xwe re dike û dibêje: “Heval ji bo xatirê Xwedê tu heş kî. Birayê min jî miriye. Bes indî te agir bi mala min xist.”
Hevalê wî ji bal diçe û bi dengekî nizim di ber xwe de dibêje: “Wele dema ku ez ji diyarê gund de qelibîm dû ji mala we diçû…