Çerkezê Reş (* 1955 † 21’ê adara 2008) rewşenbîr, helbestvan û nivîskarekî kurd e.
Ji Kurdistanê ra
Dibek tu ji xwe ra hema çîrok î
Û gihîştî me ji mijê wede?-
Ku me ra yekser kul-derdan rokî
Û ha birêjî xûnê bêxede!
Li qûmistana ruhaye qirac
Dibek tu xwe ra hema sêrav î?
Em ber bi te tên bi kel, heyra ac,
Lê peyda nakin çilke qiravî!
Na!… Tu hebûyî hê berî bendê,
Tacpoş bûyî tu, xwey zerp û hurmet,
Lê ku mencenêq ketine govendê,-
Tu avîtine nav delkbazîyên rûmet!
Ber pîyê terîqê ketî piştosan!
Û li te kenîyan durzîyên welêzin…
Peranîyên hişyar li xeznê te hesîyan
Û hê jî devê hevdu dalêsin!
Tu niha bûyî Sfînksa Şerqê
Û leber dikî xiyalên kurdan,
Çimku lawên te mînanî xelqê
Wextê da caba terîqê nedan!
Ser me hilnayê yazîya ewrayî,-
Tu xûna me da bûyî êşa ac,
Em ji dê dikevin zedelhildayî
Û dadibirin bê eyd, bê îlac!
Bêjing
Pûnga hemû girara me,
Xûnga hemû qirara me…
Ez heme nav pêçekan da,
Nav wan çeltên piçengan da,
Dîwaran da, kulîlkan da,
Hest-pestan da, gustîlkan da,
Nav burxan da û zerzan da,
Şilopan da û terzan da,
Gujeguja asoyê da,
Nav xîzgê da û soyê da,
Nav pirîskên hesinan da,
Hêlûnan da, qalçikan da,
Dûkêşkan da, belçikan da,
Bayê beza kihêlan da,
Nav agirê bin sêlan da,
Şîşikan da, xizêman da
Qanatan da, avzêman da,
Reqasan da, kilaman da,
Nav kilîtê memikan da,
Tuluzma da û cêran da,
Nav werşeqê vê hîvê da,
Nav kel-kirrê vê tavê da,
Nav recalê hevalan da,
Mexsûd-malên qewalan da,
Nav diraxtê Lalişê da,
Nav xewn-xweşîyên miletan da,
Pîvandinên sehetan da,
Nav rewaca xwê û nên da,
Nav hijm-heyrê mifriqê da,
Sed û seyrê mişriqê da,
Rehm-muhbeta şimalê da,
Bişkivokê şemalê da,
Nav xêr-bêra cenûbê da,
Mîrajan da, tixûbê da…
…Ez heme nav her tiştî da,
Tuneme tek dilê te da,
Tuneme tek milê te da,
Tuneme tek birca te da,
Tuneme tek xurca te da,-
Dêmek – tu cîyan tuneme ez
Û çiqasî guneme ez,
Ax şêra min,
Bêkêra min!…
Pirsxana berdest
Herkê şivan e gurê birazî
Hesabê heqîyê ji kê bixwezî?
Herkê xût gewrîya te ra çû desî,
Gelo neheq in vêderê mesî?
Herkê tu bi xwe çûyî nav guran,
Qîlê tûjkirî neheq in wira?
Herkê tu bi xwe dixapî her ro,
Yên dixapînin, neheq in gelo?
Herkê hevalekî te derket xayîn,
Neheq e gelo cimaeta mayîn?
Herkê nexwendî dibe nivîskar,
Bo ewledê wî hurmet e, yan qar?
Herkê bi yekî ra kar dikî bê par,
Heq e, ku dîsa derkevî deyndar?
Herkê serekvan yê qaftune ye,
Ew, yan berdestîyê aqil gune ye?
Herkê cimaeta kurd bê weten e,
Xerîta dinê li me nakene?
Baran Li Moskvaê
Ewra birq veda mînanî… ‘ewra,
Baranê ‘ewr pelkirin – rijîa,
Ez naçme hundur… Bûme av devra,
Li min dinhêrin, ça li… bêhişa.
Lê dilê minda sorgul vebûne
Ev ‘ezman şiêre Tyûtçêv dixûne!
DEM
Kî xwe piş dara miraza veşart?
Ew kî bû, ku vir tirs – ricaf barand?
Îşq dilerize – hal – hikyatê sert,
Ba nalikije – hevkarya birand.
Şidyane xweda baskê teyreda,
Darê dihesin him mezîl, him ‘erş.
Lê dem girane – wê xwe berneda.
Bextek, her bextek ketye kevrê reş!
Û aha îdî diweşe kozî
Ji ruhê îşqê û ji lêva bê,
Ça hesîya sar – dem maye tehzî,-
Perr – baska hilda qeweta hubê!
Kî xwe piş dara miraza teland?
Ew kî bû – çehvê yazyê girêda?
Ew kî bû – çehvê min usa deland?-
Ku alîkî min ha kişya pêda?
Şelmaqa Gêografyaê
Qîza min vegerya û girya!
Qîza min vegerya û girya!
-Ez îdî naçime mektebê!
Ez îdî naçime mektebê!-
Dersdar qe tiştekî nizane!
Dersdar qe tiştekî nizane!
Min xwest ser xerîtê bibînim!
Min xwest ser xerîtê bibînim!
Lê wê go: – Kurdistan tuneye!
Lê wê go: – Kurdistan tuneye!
Qîza min vegerya û girya!
Qîza min vegerya û girya!.
Ber bi malê
Çar çehv,
Du dev,
Çar guh,
Du ruh,
Çar mil,
Du dil…
….
Çehvek,
Devek,
Ruhek,
Milek,
Dilek…
….
Keser
Û ez gihiştme wê şewla duşeng
Ku dûrva usa dikenya hema.
Ku gazî dikir şîrin û qeşeng
Berbi min dişand bêçê merama.
…Axir xudane wir sawa seva,-
Merama yek – yek ez dikime çehl!
Roj vedijenin qefesê şeva,
Û qe hilnaê ew gelgejya tehl!
Bûyîna Şayîr
‘Fêrîkê Ûsiv ra’
Qûm tê qêfik, û hebek wê diçe hundur,
Wir dêşîne, nexweş dêxe ruhber bi kenc,
Û rokê ji nişkêva ji wir… dertê dur.
Dadukutne dilê nazik xîyalê qenc,
Xemê dinê, çare hubê jî nabe qe…
Û dil dêşe, dêşe… şayîr dixoliqe!
Şayîr û Poêzya
Poêzya dare, ku hêşîn dibe
Serê durryanê koçê ‘eşîra,
Qurrlixayada xûna dil diçe
Nav mirrzî, çiqil, belgê balûra.
Ew ne sêrave, ne – asoa zer,
Ew hewcekara du’aye herdem,
Ku çawa çivîk difîrrine ser
Û dîhardikin heja surrê cem.
Lê çaxê dar û dil ne ser hevin,
Ça bikî? Li kê bigirî guna?
-Hetanî ev pirs – pirsyar bihewin, –
Şayîr lazime, lê poêzya na!
https://www.bernamegeh.org/2019/08/13/jiyana-cerkeze-res/