Esker Cizîrî

Jiyana Esker Cizîrî

Dengbêj Esker Cizîrî di sala 1955an de li Cizîrê ji dayik dibe. Ev xwe nêzîkî muzîk û terza M.Arif  Cizrawî û Hesen Cizîrî de dibîne. Ji bo pêşketin û geşkirina çanda dengbêjiyê bi salan bi dengê xwe yê qulingî û nazenîn xebat kirin. Ew dengbêjekî wisa bû ku di tûrika hişê xwe de 600 heb klam ezbere dizanibû.

Bi saya bavê xwe di sala 1970an de bala xwe dide hûnera dengbêjiyê. Bavê Esker li Botanê dengbêjekî navdar e bi navê  Dengbêj Eliyê Mistefa tê zanîn. Ew jî di rêya bavê xwe de emrê xwe dide.

Esker Cizîrî pirtîrin bi klamên xwe yên wek Xifşê, Xezal Xezal, Eman Gulê, Eşqa Şirînê, Cizîra Botan, Roja Rehnî û Şêrîn dihate naskirin.

Cizîrî di sala 08.01.2021ê de li Cizîrê ji ber celta dil di 66 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Gora wî, piştî nimêja li Mizgefta Nûh Nebî hatiye kirin  li goristana navçeyê hat binaxkirin.

Dengbêj Esker Cizîrî zewicî û xweyî 9 zarokan bû.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !