Mouhemed Ehmed, Di sala 1998’an de destpêkirina paleya ceh li gundê Eynbetê girêdayî bajarê Kobanî hate dinyayê.Vêga li Tirkiye’yê li bajarê Îzmîr’ê dijî.Helbestvan mahlasa Mîran Dilêr jî bi kar tîne.
Ji Wê Rê
Li ser wê rêya dûr
Li şopa lingê te digerim
Li wî bajarî wenda bûyî Ji wî bajarî tarî şehla te
Jî xeyîdî
Ji wî bajarî wenda bûyî
Her kes te ji min dipirse
Her kes wenda ye
Ez jî wenda me
Ez ne ez im
Ez jî wenda me
Li Warekî Wenda
Xortek hebû
Xwe bi evîna te şil û pil dikir
Xort bû
Bi tayek ji keziyê porê te
Koşka evînê ava dikir.
Piçek Din
Piçek din berde min were
Ku ez vê şevê qurbana tekim
Piçek din ber bi min were
Kela dilê min bikuje Û gewriya min ya zuwa av bide Were.
Dema ku tu têyî tu min ji hêviyên mirinê didizî.
Bê Te
Vaye şev hat
Ez ê îskanek ji şerabê
Li ser kulan de birjînim
Ku bihûnînim keseran
Êvareke giran ji kul û xeman
Min navê te bar kir
Li ser zimanê xwe
Li kolanan bi xwe re gerand
Şêxekî ehle Îmanê jî li min rast nayê
Ku ji te re niviştekê çêkim Mîna kûçikekî navkelîbûyî qîr dikim navê te Di sînga min de dixulxule
Tenêtî bi şev tofanan tîne ser dil
Bê te li min têne xezebê
Min ne evîn û ne jî xeyal e
Ez karwanê xema me
Mîna dareke şilfûtazî mame.
Ku Dibû Şev
Ku dibû şev êşeke
Bê serî û bê binî ji
Asoyê dil derdiket
Ku dibû şev ez dibûm
Perperokek û min
Xwe li ronahiya çavên te digirt
Ku dibû şev navê te
Dibû stranek li ser
Zimanê min govend digirt
Ku dibû şev tu dihatî
Mîna dûxaneke zelal
Li ber çavên min semaya digirt
Ku dibû şev êşeke
Bê serî û bê binî ji
Asoyê dil derdiket.
Evîn û Mirin
Di şevên zivistanê de
Min gelek êş û elem
Bi îskanên şerabê kerr kirin
Navê te bedewbûna te
Hezkirina te li ser masaya
Şerabê belav kir
Ketim rêya mirinê serseri û sermest
Diçûm û di dil de tu yî
Diçûm û ji çavan awirên tûj dihatin
Xilmaş û serxweş bi xwe re dipeyvîm
Diçûm wek parsekekî parsa rûyê te
Ji rûyê her kesî dikir
Diçûm di rêya mirina te da.
Ez
Ez cotkar im
Avdana şanîkê
Li ser pişta te dikim
Ez şeveder im
Sînga te ya spîsedef diparêzim
Ramûsanan li memikên gulover
Belav dikim
Ez rêger im li hember rû yê te
Yê bedew çong ketin ber min
Ez jimaryar im Her şev şanikên li ser laşê te dihêjmêrim.
Tu
Te dixwînim tu dibî stran
Te dinivîsim tu dibî helbest
Te nebêjim sermest û gêj im
Te di dilê xwe de vedişêrim
Tu dibî gencîne
Te dibêjim tu dibî bask difirî
Te nebêjim tu hêsîr dimînî Te nebêjim fermanpêdî dimînî Te nebînim sermest û gêj im.
Qurtek Ji Dîtina Te
Ew çû
Tenê maçek li ser lêvê min hişt û çû…
Bêhna keziyên xwe di
Sînga min de hişt û çû… Keserekê ji dîtina wê dikişînim
di sînga xwe de diçikînim
Ew jî çû
Tene jê ra keserek ma…
Qurtek
Mîna xewneke xweş te li bîra xwe tînim
Mîna stranekî te li ser zimanê xwe dilorînim
Mîna keserekî di hundirê xwe de dihunînim
Mîna berbejnek li bejna qereçê xwe li bejna te digerînim Dema tu bazdidî
Mîna penaberek li warekî bigere li hemêza te digerim
Mîna hawareke kes nebihise di asoyan de wenda dibim
Mîna parsekekî li kolanê tazî parsa te dikim
Mîna qulingekî per û baskkestî li deşteke bê kes diqîrim
Mîna zarokekî bitirse ji xewnan şiyar dibim
Te mîna çiyayekî tazî dixwazim
Guleyek bim di hûndirê guleyekê de bim
Dema bigihêjim te biteqim te bi gulan bixemlînim.
Komkujîyek Ji Bêdengiyê
Ku bû êvar min jibîr bikin
Wê êşek serî rake
Wê gotin pûç bibin
Wê çemekê bêdeng biherike
Wê daristanek ji dengê çivîkan lal bibe
Wê bêdengî şiyar bibe
Û rûyê xwe biqermiçîne
Wê ezman jî xwe bixeniqîne ji ewran
Ku bû êvar min jibîr bikin.
Çavzeytûnê
Rûyê te yê spî
Eniya te yê gewer
Pozê te yê bi qerenfil
Lêvên lihevhatî
Bi kenê xweş
Gotinên geş
Ox
Hinavê min lerizî!
Bi delaliya xwe
Payz kir bihar
Li dor xwe şîn kir
Binevş û yasemîn
Şêler û nesrîn
Ox
Çi bihuşte ev delodîn.
Ji Xafil De
Te ji xafil de
Gav avêt û çûyî
Her tişt bi nivî ma
Gotin, stran û peyv
Xweziya bêhna te dikim
Sebra xwe bi bêriya te dikim
Hişê min ji serê diçe bajarê xeyalan
Xwe li wir jibîr dike
Lê
Wê dîsa berbanga bêbext min ji hembêza te derxe
Wê dîsa min di şewata jiyanê de bihelîne
Were di sikratêda min bibîne.