Ednan Dogan di sala 1964’an de li Nisêbîna Mêrdînê li gundê Wêsîkê ku îroj bi navê (kuҫeya Abdilqadirpaşa tê nasîn) hatiye dinê. Dibistana xwe ya seretayî li gund diqedîne û li Nisêbînê dibistana xwe berdewam dike.
WELAT IM
Li nava baxê behişt bûm
Serwer û sertext ferişt bûm
Keyê seranser sirişt bûm
Ketiyê nava xwe me ez
Xwedîyê mezrika Botan
Bûm xwînîyê rom eceman
Birîndar bûm j’ du alîyan
Du parçeyê qesrê me ez
Piştşikestî çoklerizî
Ketîyê qewmê derizî
Li Lozanê mam bê xwezî
Çarparçeyê xerbê me ez
Ji derdorê l’ min civîyan
Mîna keftar hin wek guran
Va ye min çêbû yek şivan
Keda dîlê azad im ez
Li ser singa min va şer e
Weke mîhan tev negere
Aşê avê b’ xwîn digere
Birîndar l’ benda te me ez
Wek bilbilê çengokirî
Bê xêr û bê deng ne girî
Rabe nebe xwelîlserî
Dîrok im efû nakim ez.
A KÊ YÎ TU?
Rûsafîyê, diltarîyê;
Ez kirim yexsîrê xwe;
Çavxumarê, awirbarê;
Xunçegula kê yî tu?
Xerdel, kulîlka beybûnê;
Can û canan te xatûnê;
Bejn êzeran, çavzeytûnê;
Destgirtîya kê yî tu?
Perî, horîyê, delalê;
Yaqûda reş, reşşepalê;
Ez faqîrê li der malê;
Ka xwedîya kê yî tu?
Ceger û dil kire moxil;
Weke seradê ax û kul;
Tîr û xedeng va di dest gul;
Nêçîrvana kê yî tu?
Di nêv saz, tembûr, cumbûşan;
Ney û bilûr, ûd û wişan;
Şear! Ez ummî, bê lîsan;
Lê reqqasa kê yî tu?
Pereng û alaz bi lêvan;
Ziman zilqetîtka yilan;
Gez kir ji nêv her du polan;
Zihamara kê yî tu?
Derya, behr û ava Nîlan;
Ez reben dame ber pêlan;
Bê gemî û keştî hêlam;
Rêhevala kê yî tu?
Dermale kirim bi salan;
Girê dam ez nêzî guran;
Ji xafil birim mezbehan;
Lê qesaba kê yî tu?
Di navbeyna her du ‘îdan;
Bi sator û falçatayan;
Bo necisan kirim qurban;
Ka behişta kê yî tu?
Ne li camî w kenîşteyan;
Li parêstgehek neeyan;
Bê telqên im nêv mirîyan;
Ka zindîya kê yî tu?
Li goreke bênavnîşan;
Ahîn, qîrîn û hem fîxan;
Weke sûlav û robaran;
Yar hawara min î tu…
DILBER
Mizgînî ey dilbera min
Xelata ku te dayî min
Parçe parçe cegera min
Ber bi lêvan va hetewa
Çav û gavên reb dayî min
‘Umrê Xuda bexşîye min
Çirke çirke canê şêrîn
Ber bi poz ve va hatewe
Kêf û seyran va li nik min
Bûne dem û dewran li min
Hêdî hêdî kovanên min
Gerden birrîn bi daxewa
Qeder li ser enîya min
Te nivîsî bi destên min
Gav bi gav feleka xayîn
Te gerandî b’ duwamdewa
Qefle qefle va derd li min
Mîna hesin li milê min
Çiya çiya bi durî xwe
Ez şiyandim bi daxewa
Min derwêş û evdal kirim
Şeyda û ez neçar kirim
Weşm li rûdên ez dax kirim
Li dinyayê gerandmewa
Leylan leylan ez şêt kirim
Li sehrayê sergom kirim
Wekî Mecnûn ji bo Leyla
Derdnak kirim bidaxewa.
DILBERA DIL
Dilberekê dil ji min bir ji xafil
Ez nizanim zindî me an mirî me
Ketim derdê evînê ez mixabin
Carnan beşer û carnan ez cinî me
Dê û bav û xwişk û bira ji bîr çûn
Nizanim tu dibêj belkî sêwî me
Hiş û sewdan li nik wê ma bê vîn im
Carnan derwêş carnan wek evdalkî me
Rê û şivrê li ber min girt ez wenda
Nizam li kû ji bo çi ez girtî me
Divim biçim lê ka herim bi kû ve
Carnan kopal carnan asa z ketî me
Nîn e cih û war ji bo min feqîrî
Gund û bajar mezrik li min xalî ne
Baz didim ez li çol û deşt û çîyan
Carnan li jêr carnan li jor kovî me
Çendîn zahmet e derdê evîna dil
Mirov her dem bi xem kûl û birîn e
Ger nebînim dilbera dil ji min bir
Li vê dinê tenê me bê xwedî me
Rih ji min bir dil ji min bir can ji min
Bê şûn û şop bê kes im bê serî me
Geşt û geryan bûme wekî qereçek
Bê cih û war gah li vir gah li wê me.
ÊŞ
Sebr û hedana min î
Ji dê mîrasa min î
Dinya axreta min î
L’ gorê kefen î tu êş
Carnan diçe çend kêlî
Dil bê te lê naxînî
Ger tu dereng dimînî
Çav li te digere êş
Fêrbûneke hişmendî
Bê te nîn e derunî
Ger tu diçî yekî dî
Dihesidim te ez êş
Rondik yek yek dibarî
Ne ji ber tu dijwar î
Dixwazim tu her hebî
Ez heyranê te me êş
Carnan tê kêf û şahî
Kuç û kolan dikenî
Dost û yar hemû xwedî
Daxwaza min tu yî êş
Li vê dinê derd û kul
Dil kire mîna moxil
Du çavan neke kavil
Da ez te bibînim êş
Dibêm ger tu nebûya
Xweşî bê qîmet dima
Min çi dikir bêyî te
Çi baş e tu heyî êş
Sê roj sê şev bê te mam
Dişewitîm can bi can
Dema li te d’gerîyam
Sersem û ez gêj bûm êş
Roja ku hatim dinê
Ez girîyam bi tenê
Hevalê roja yekê
Bahwer bik tu bûyî êş
Hingî em li gel hev man
Ji hev re bûne heyran
Dema ku te ez hêlam
Bizane z mirî me êş.
WELAT
Çi teşî me bila bişkim
Bê serî û tenha pîj bim
Etles ji bo te nerêsim
J’ her sê rengên bedena te
Rîsekî xav qetqetî bim
Li nav devî û dirî bim
Sersem û gêj newim ristin
ji bona şîrîn navê te
Ne kitanek ji pembû bim
Ne qedîfe w ne j’ hirî bim
Mafûrek li ber derî bim
Ger nepêçim birînen te
Ne ji dargwîzên xîzanê
Ne jî ji sedrê Libnanê
Wek şivek bim ez bibim pil
Nebim gopal l’ ber çokên te
Ne li eywan ne l’ serayan
Nebim keyek li ser textan
Bibim meynoş l’ meyxaneyan
Ger nebim evîndarê te
Nalenala te ye wetan
Bayê ferman her der talan
Bêhûde bim û ez wêran
Ger nebim qurban ji bo te
Xerîb û mişext im li vir
Cesed va ye lê hiş li wir
Rih derîne zivir zivir
Ger can nekim gorî bo te
Hetava çavan her tu yî
Dermanê derdê min tu yî
Qut bike b’ tayê hevrîşmî
Dirêj nebe gerden bo te
Çi bikim j’ gerdena şkestî
Her der li min xir û xalî
Li ser peyarêyan tovî
Ger kok nedim l’ ser xaka te.
YEKÎTÎ
Piştkûz im ez li xurbetê
Dildax im ji ber firqetê
Girtî me w nalîna te tê
B’ kelepçe û pabend im ez
Kelepçe pabend ji pola
Zemt kir ji nav her du pola
Çare nedîtin çar ola
Bê kes û kûs Sehol im ez
Vê Seholê cemidandim
Li parzemînan gerandim
Parçe bûm necebirandim
Li her cihî surgun im ez
Surgun im mîna mirin im
Ez heme lê wekî nîn im
Li ser peyarêyan tov im
Li nav pîyan sorgul im ez
Sorgula baxê behişt bûm
Bilbil û şalûl tenişt bûm
Xweş bala û serbilind bûm
Ji piştê ve şikestim ez
Eger heba pişta di min
Li cem min ba birayêt min
Têk dibirim xapên dijmin
Li dinê çak mirov im ez.
ROJAVA
Horîya baxê cinnet î, çavzeytûna min tu yî
Ketye cenga giran dîsa, serbilinda min tu yî
Çar parçe ye dîlan îroj, sergovenda min tu yî
Aşiq in şalûl û bilbil, ji bo te qurban im ez
Bilbil û şalûl dixwînin, bax û bostanim tu yî
Rojavayê Ferat tirs û xofa neyaran tu yî
Bê deng im îroj lewra, fikr û hem bîra min tu yî
Qesem bi navê îlahî, ji bo te canbexş im ez
Ger min hebe sed can, dergeh ji bo bexşa min tu yî
Çar in hûn li ber dilê me, ya qelengiran tu yî
Biçûka bira yî îroj, bi ehd va malbav tu yî
Biragewre me lê niha, ji bo te bê deng im ez
Bê deng im mîna volkan im, lê li der dora te me
Qesem daye bi navê îlah, va ye canbexşê te me
Aşiq im qurban im bo te, b’ îlah cangorê te me
Şehîd im l’ asîmanan, yan jî şervanê te me ez.
EY YAR
Va derd û kul li min bûne bar;
Hêvî, daxwaz li min bûne sar;
Dergehê dil, li min hate xwar;
Dema tu çûyî ey yar û ey yar!
Bê te me, her der li min sar e;
Kuştî me, qisas tu, hewar e!
Tenê mam, va ye ez bêçare;
Dema tu çûyî ey yar û ey yar!
Bihêvî me ji te, ji vegerê;
Bendewar im ta roja mehşerê,
Lê bitirs im weke roja berê;
Dema tu çûyî ey yar û ey yar!.
EZ
1
Hêdî hêdî bêtaqet û Mecal dibim
Pîr û kalÎ j’ ber dûriyê hejar dibim
Erê hatim canê şîrîn xelas bikim
Va can diçe bê esl û fesl leylan im ez
2
Her wê here canê şîrîn parî parî
Xwezka pîxwas xanyê axî ban nikarî
Dê û bav û xuşk û bira li ber derî
ji kû ve têm b kû ve diçim mîrat im ez
3
Diçim ji bîr dihelim ez dermande me
Çira mala bavo bûm va vemirî me
Hevraz bûm nêv am û xas, îroj ketî me
Bê şûnim be şopim mina sêwî me ez
4
Sêwî me bê kes û kûs bejin dasî me
Stû xwarê peyarêyan tovê rijî me
Emir diçe bêhûde va ez bê cî me
Li vir mişext im li wir ecnebî me ez
5
Ji ser xaka bav û kalan rev bi revî
Berê xwe da ecnebiyan min kon danî
Jiyan xweş bû ji dest min çû bi hesanî
Şuşeyek şikestî perçe perçe me ez.
WELATO
Êdî nema zanim ji derba kîjan xencerê bi nalim
Li kîjan aliyê sînorê te bibim nahtor da ku hezarûnehsedûbîstûsê caran bimirim
Û
ji kê gazindeyan bikim vê carê
Nizanim
Lê dizanim Şêr û Şepal hene, ber bi te ve tên….
WELATO.
BÊXWEDÎBÛN
Nizanim çendîn care bêxwedîbûn xwe li min dipêçe
û
çendîn care çengo dibin baskên min yên birîndar li xerîbiyê…..
WELAT
Hingî birîna te mezin û kûr e helbest jî hew dikare bipêçe
Lê tu hem kêlî
Û hem nişterî
welato.
GULGENIM
Em du gulgenim in di binya bêndera vî gundê şewitî de….
Ji vî gundî em bi tenê filitîn
Her sal em hilî derdikevin
lê nizanim çima em virnî dimînin
Dema tu dikevî
ez dişikim
û dema ez tî dibim
tu diçilmisî
Lê em her sal ji koka xwe aj didin.
KORDONDE
Dema min gul ji bo te ji bax jêdikirin bilbilan bi korgirêkan gerdeniyek dihonan
MIn nizanî ew gerdeniya korgirêkî bo min bû
Te ez dama kêlekê
Û ji ber nifirên bilbilan
Ez kordûnde mam.
SEMYAN
Neçe…
Tu semyanê vî diliyî
ez ditirsim bibim nifireke zer
ewê hemî demsalên te bibin payiz
tu yê derhem derhem biweşe
Û
ezê jî bi tenê serê xwe bimînim
Ewê semyanê min bimîne stûvangeke tijî tivanc
Neçe…!
DIZANIM
Dema tu dereg dimîne çav lawaz dibin û dil xilmaş e nizanim ne ji tunebûna te ye ne jî ji bêkesiya min e
û
dema te dibinim çav melûl dibin û dil biguman e
nizanim gelo gunehê çavên teye
şopa nêrînên biyanî tê de hene
ne jî gunehê dilê min e du dil e
nizanim….
Lê dema rudêma te dikene çav serxoş in û dil bibasik e
Dizanim ew ji hezkirina min e…..
DEM Û EM
Ne ez bûme pêşbîniyek
û
ne jî tû bûyî mizgîniyek ji bo dahatiya me!
û
dem derbas dibe…….
CANFEDA
Bedewim ez bi îlah
Natirsim tu car welah
Keç û kur bi yek rêgah
Te dikim quble îroj..
Te azad dikim her roj
Xwîna sor didim pîroz
Parçe parçe laşê min
Rihê min bo te îroj.
EM NE BIRA NE JÎ XUŞKIN
Şîrê dêleguran mijtin
Bi xwîna gelan xwe şuştin
L’ her cihî kambaxî hiştin
Em ne bira, ne jî xuşk in
Li her derê hûn şikestin
Tenê em man li bin dest in
Vê bêtifaqîyê ‘m kuştin
Em ne bira, ne jî xuşk in.
https://www.bernamegeh.org/2019/08/15/jiyana-ednan-dogan/