Ednan Dogan di sala 1964’an de li Nisêbîna Mêrdînê li gundê Wêsîkê ku îroj bi navê (kuҫeya Abdilqadirpaşa tê nasîn) hatiye dinê. Dibistana xwe ya seretayî li gund diqedîne û li Nisêbînê dibistana xwe berdewam dike.
Ednan bi eslê xwe ji gundê Dêrikfanê ye ku girêdayî Kercosê ye. Ji hinek sedeman nikarîbû zanîngehê bixwîne di sala 1981‘ê de di temenê biҫûkahiya xwe de dest bi karê bazirganiyê dike û di sala 1983’yan de dema li kargeha xwe bû, ji alîyê leşkeran ve ji ber sedema alîkariya siyasetvan û şoreşgeran dike tê girtin.
Di vê girtina xwe de, li baregeha leşkerî ya Nisêbînê bi kujerê kurdan Velî Küҫük re rû bi rû tê û du hefteyan di vê baregeha Nisêbînê ya leşkerî de êşkencê dibîne. Pey 2 hefteyan tê berdan. Ev girtina wî bandoreke mezin li ser dike. Ednan her tim nêzî tevgera azadîxwaz e û di nav lêkolînekê de ye. Hetanî sala 1991’ê, bi van hestan ew jî bi ber pêla tevgera azadîxwaz, di rêya xwe de berdewam dike.
Di sala 1991’ê de careke din li Nisêbînê tê girtin pêşî li Nisêbînê û paşê jî li Mêrdînê careke din bi êşkencê re rû bi rû dimîne û ber bi zîndana Amedê ve diҫe, lê demeke gelekî kin dimîne û bi şertê ku li derve bê darizandin tê berdan.
Ednan helbesta xwe ya yekem di 14 saliya xwe de dinivîse û hetanî sala 1990’î helbestên xwe bi Tirkî û li ser zor û zahmetiya evîndarî û hejariya der û dorê dinivîse. Lê gelek helbestên Ednan ji bo ku nekevin destê polêsan ji aliyê malbata wî ve tên şewitandin.
Ednan di sala 1992’yan de wekî gelek kesên ku mişext dibin, vê carê berê xwe dide xerîbiyê û pêş bajarê Mersînê û di pey re jî li Swêdê bi cîh dibe. Ji sala 1993’yan hetanî niha li Swêdê jiyana xwe berdewam dike. Helbestên Ednan li ser medya civakî bi dengê wî têne guhdarkirin. Ednan li Swêdê dimîne û dijî, zewiciye û bavê sê zarokan e.
BERHEM:
Çavên Zeytûnî, Helbest, Weşanên JJ, 2016
https://www.bernamegeh.org/2020/10/20/helbesten-ednan-dogan/