İhsan Birgül

Helbestên İhsan Birgül

Di sala 1979’an de li mezraya Tarimê ya girêdayî gundê Meyayê hatiye dinê. Meya gundê navçeya Giyadînê ye. Giyadîn li ser parêzgeha Agirî ye.

Çend helbest ji pirtûka Gotinên Nîvcomayî

1
Tu; karxezaleke çargavî
Ez; şêrekî birîndar
Di her gava te de birînên min diêşin

2
Newayeke xemgîn im di tembûreke bê têl de
Him dibêjim, him guhdar dikim dengê jana dilê bêzar
Û tenê ez distrêm û ez dibihîzim

3
Carna di awaz û dengê dengbêjekî de winda dikim strana xwe
Carna jî di pênûsa nivîskarekî mişextî de

4
Tenê du tişt mabûn ji te;
Birînek kûr
Rêyek dûr…

5
Ku tu çûyî
Dil kemende
Çav li rê
Peyv di nez’ê de
Gotin li ber sekeratê

6
Jinek!
Li ser xeta tixûbê navbera bira û pismaman de
Ji bo jînek rûmetî
Jinek…

7
Dilsar û xeyidî me ji te, nema li benda bihara te me

8
Tu car bihar nedît emrê min, her tim payîz bû.
Te jî payîz li min kir çile û zivistan

9
Binêre! Vaye Sermawez jî çû, wekî te. Ez mam, werzek qeşayî û rondikên qerisî..

10
Kenê te henaseyeke jiyanî ye ji min re, bes tu rûken be bila ez her roj bigirîm/bimirim

11
Bajaro!
Hembêza xwe veke
Bidehfîne axa bêxîretiyê, ya li ser xwe
Vaye CANFEDA’yê te hat
Bi xêliyên sor pêşwazî bike
Zavayê dest bi hine
Govendekî bigire
Bila dengê lingên te
Yek û yek bi guhê pakrewanan ve here
Ji bo ku zanibin ew nemir in
Şîn na, govend li wan tê

12
Digerim!
Li vî bajarî, li vî welatî
Têlek porê te
Şop û şúnpêyek ji te
Ango bêhnek ji te…

Dimînim!
Li vî bajarî, li vî welatî
Ez tenê û stûxwar
Baskşikestî û bêkes
Bi ax û figan û jar

Dimirim!
Li vî bajarî, li vî welatî
Ne min tu dît, ne tu hatî
Ruh kişiya, merzel tarî
Dicemidim, dicirifim li vî welatî

13
Kalekî Dersîmî me li kolanê Agiriyê Digerim îro
Li kalanê şûrê Ferzende
Li pênûsa Celadet
Û nameya Ferîha û Memdûh Selîm..

14
Qulingekî baskşikestî
Li ber çemekî ra’westiyayî
Di’xwîn’e, di”kul’e, di’nal’ e…

15
Şev;
Sar, tarî û bi saw
Dil;
Jar, westiyayî û bi fîxan
Hêvî;
……

16
Min ne tenê heft sal ji emrê xwe daye te, çîroka berdewamiya emrê min jî tu yî

17
Ez; parsekek li ber deriyê mizgeftan, li serê kuça, tu; ew ava ku negihîşt Huseyn, bû têhnîbûn canê wî pêça..

18
Herdu çavên te; du hetûnên agirîn, ez jî; pelek zerpayîzî, nikarim xwe ragirim li ber tîna te

19
Bi hatina te re belekiyên emrê min vegeriyan biharê, reşe’ewr dûrketin ji esmanê dil…

20
Bi kenê min ve nexape, tenê ez zanim di hundirê min de şînek çawa lidare…

21
Vaye ez diçim!
Bila xêr û gunehên min
Kirî û nekiriyên min bimînin ji te re Her wiha keserên min jî..

22
Ku tu çûyî!
Li pey te şûnpêyên te
Û zerpayîzek bahozî ma..

23
Dirêsim xem û keserên xwe, li ber konekî Erebî û wekî bextê min reş..

24
Ka bêje! Kîjan arzebayî daweşand pelên me ye zernebûyî
Kîjan havîna bêbext zer kir pelên me ye nûbişkivî

25
Cebirandina baskê qulingê ne ji hunera desta ne, hostatiya dilê Evdal e…

26
Ez lawê Botî
Celadetê Cizirî
Li Stenbolê jidayîk
Li Şamê binaxkirî

27
Ev bêdengî ne ji xêrê re ye, ez di dilê xwe de şîna te dikim bi lorînên bêdeng

28
Kî bêjim
Kîjanê bêjim
Çi bêjim
Çiawa bibêjim
Ez can”ek bûm
Bûm 102…
Li ser erdê
Li bin ax’ê…

29
Siyê daran dirêj bûne yar, rê jî li min û te..

30
Me serî li ber mirinê daneynî, lê mirinê ji şerma ciwaniya me serî tewand…

https://www.bernamegeh.org/2019/08/13/jiyana-ihsan-birgul/

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !