Bi eslê xwe ji gundê Bêcirman e. Becîrman, li herema Tora Hevêrka, bi navçeya Batmanê Kercosê ve girêdayî ye.
Perwerdeya sereke û ya navîn li Sêrtê, Batmanê, Mêrdînê û dû re li Konyayê xelas kir. Li Konyayê dest bi perwerdeya zaningehê kir. Lê ji ber zixt û êrîşên nijadperestên Tirkan, perwerdeya xwe nîvco hişt û hat Diyarbekirê. Li vir Zanîngeha Zimanên Bîyanî Beşa Îngilizî xelas kir. Pişt re, li Zaningeha Bursayê dest bi perwerdehiya dîrokê kir. Dû re li zaningeha Dicleyê beşa dîrokê xelas kir.
Xortaniya wî di nav refên doza azadiya Kurdîstanê de derbas bû. Di nav komel û saziyên ciwanên Kurdan de xebitî, rêvebirî û serokatî kir. Pîştî darbeya 12 Îlonê (1980) di derheqa wî de lêpirsîn çêbûn û firar bû çû rojhilata welêt. Demekê nedirêj li vir jiya. Piştî ku vegeriya welêt (Bakur) hat girtin. Di zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5’No yê de demek dirêj girtî ma. Di Sala 1987an de derket. Lê ji kar û mafên fermî qedexe bû. Du zaningeh xelas kiribûn lê dîplomayên wî bi kêr nedihatin. Bi qaçaxî di dersxaneyên taybet de dest bi memostetiya dîrokê kir. Hêjî vî karî didomîne. Haya îro di karê fermî yê devlete de nexebitî.
Nivîskariya wî, dema xortaniya xwe de di kovar û rojnameyên wê çaxî de bi nivisandina maqale û nûçeyên piçûk dest pê kir. Pişt re li dersaxaneyên ku tê de kar dikir, dest bi nivîsandina pirtûkên dersên dîrokê kir. Wê demê (Salên 90î) ji bo şagirtan gelek pirtûk û broşûr amade kirin. Heman salan li ser eşîrên derdora Mêrdînê lêkolîn dikir. Ev xebatên wî di kovara “BÎR” de wek makale hatin weşandin. Pişt re gelek nivîsên wî li ser înternetê di malper û kovarên wek “Kûrt Tarihi” de hatin weşandin.
Pirûka wî ya bi navê “Heverkan Sultanlari” di sala 2010de ji terefî weşanxaneya “Komal” ve hat weşandin. Ev pirtûk li Başura Kurdistanê bi Erebî hat wergerandin. Pirtûka wî ya binavê “Midyat’tan Baltık Kıyılarına” ji terefî weşanxaneya “Lîs” di sala 2013 de hat weşandin. Xebata wî ya vekolînê li ser eşîrên dor herêma Xerzanê berdewam kir. Ev xebatên wî bi navê “Kûrt Tarihinde Garzan ve Pencinariler” ji terefî “Weşanên Îsmaîl Beşîkçî” ve di sala 2016 de hat çapkirin û weşandın.
Xebatên wî yên li ser folklor û pêkenokên Kurdî, di pirtûka bi navê “Bê Henek”de hatin berhev kirin û ji terefî weşanxana ya SÎTAVê hat weşandin. Niha li ser dîroka Kurdên Bakûr ya nêzîk vekolînen wî berdewam dikin. Li ser vê mijarê pîrtûkek wî bî navê “Yakin Portreler” li ber çapkirinê ye. Di demek nêzîk de dê werê weşandin.
Wek di serî de me gotî, Nêzîrê Cibo bi eslê xwe ji Tora Hevêrka ye. Lê nêzîkî 50 salî ye ku li Diyarbekirê dijî.