Mihemed Hesko (birasoz)
di sala 10.03.1966`an de li gundê Şeran yê bi ser Herêma Efrînê ve ji dayîk bûye.Ew xwendina xwe ya seretayî navendî li gundê xwe bi dawî dike.
Evîn
Evîn -1-
Tu ne xweda yî…
Ne ro yî…
Ne welat î!…
Kî ne perestvanê te bî?
Gawir e, na …na
Teba û lawir e?
Evîn -2-
Tu ne can î…
Ne dil î…
Ne ba yî!…
Hêjî…hêjî, nikarim bîstekekê
An çirkeyekê bê te bijîm?
Evîn -3-
Tu him text î, him bext î
Dojeh î an bihuşt î…
Em bi destên xwe avadikin?
Evîn -4-
Her ku kulîlkên hêviyên xwe
Di bin ezmanê te de koçber dikim.
Her ku can, hiş û hestên xwe
Li ser rûber a te belav dikim.
Yekîtî ya dil û canê xwe pêk tînim!?
Evîn -5-
Tu ne mey î..
Ne awaz î..
Ne fixan î!..
Hêjî herdem pê serxweşim..!
Evîn -6-
Tu reh û sîber a jînê yî
Bê parên ji te
Wê di biyaban a windabûnê de
Pêrgî leylanên hovîtî ya xwe bibin
Û bi ro ya bê parî ya jînê
Wê di solên demê de, bikizirin!?
Efrîna Min!
Tu kirin çêrgeha xwînmijan
Em bûn nêçîra hov û dizan
Agirê bê bextiyê barî
Bihuşt li me bû dojehistan
Du salin bi qîrîn û hawarî
Kesî xwe neda ber vî barî
Neyarên bi rengê biratî
Dijminên bavan anîn vî warî
Bi banga welato, bê war man
Ji ber hizra reş man bê derman
Em radestî bêjiyan kirin
Bi hoke hokan, dan niştiman
Dema xwefiroş bibin rêber
Navnû jî bibin xwedî tewer
War xistin bazara bêbavan
Xinizan jî dikin kurdperwer.
Ala Min
Çiqas ciwanî û rindî
Nîşan a netew a Kurdî
Ji Kurdan re kemendî
Ala min…ala min
Bi xemla xwe pîrozî
Ji me re hêvî û sozî
Nîşan a welat û dozî
Ala min…ala min
Ala min a çar reng e
Çi bi nav û bi deng e
Bo aştî, ne bo ceng e
Ala min …ala min
Rengîn e sipî û sor
Dijminin li hawîrdor
Pêşmerge hildaye jor
Ala min …ala min
Rengê dî kesk û zer e
Him text e him serwere
Ji kurdbûnê re rêber e
Ala min…ala min
Dunya bi zor, ne bi dor
Ala rengîn hildin jor
Çavê dijmin bikin kor
Ala min…ala min
Bakin alê li bakin
Dilê Kurdan pê şakin
Ta kurdbûnê peydakin
Alamin …ala min
Jînbexta Min!
Bixêr û xweşî hatî
Keça jîr û jêhatî
Weke royê hilatî
Hilat, revî reştarî
Hat,li min evînbarî
Dil û can re hawarî
Roya jînbexta minî
Hêva ser textê minî
Kevoka drexta minî
Tu hatî cîhan hejî
Raperîn hiş û mejî
Şengebîya por kejî
Bedewa bejin zirav
Rûdêma geşa bi tav
Por berdayî wek sûlav
Serçav re hatî jîrê
Xweşkokê û xweşmîrê
Awir bi saw û tîrê
Hêvana canê jînê
Kanî ya vîn û evînê
Ez dînkirim lê dînê
Bihar ji rengê te ye
Narîn ji dengê te ye
Hêvî ji şengê te ye
Vaye bihar xemilî
Bi nêrgiz û gulgulî
Janê derxe ji vî dilî
Were dîlberê canê
Şîrînê dilovanê
Em herine seyranê
Rengvedana sorgula
Fîxana van bilbila
Derxe ji dil van kula
Firinde cot hevalin
Gul û çîçek dikalin
Ji xeman re vemalin
Jîn û hêviyek nû rist
Dil û can girte bi dest
Te vejand bext û hest
Canê winda, rizgarkir
Bextekî spî, li barkir
Dojeha li dil, sarkir
Keçê te çi ji min kir
Rindê te çi li min kir
Yarê te çi bi min kir
Spas her deman û gava
Şanderê rêz û silava
Hêvî ya bûk û zava.
Di Tariyê De
Di tarîka dilan de
Li ser şkêrên axîn û keseran
Li ser bênderên kulan û xeman
Bingeh û paytexta evînê ava dib e?
Di tarîka malzarok de
Jîyankokek e teze û tengezar
Dibe xelata dê bavê xwe
Mirovatî diyar dibe?
Di tarîka zîndanan de
Ramanên hûr û kûr hişya dibin
Rewş û hunera berxwedanê li dar dib e?
Di reşika çavan de
Jêdera dîtin û nasînê
Ronî û rewşen dibar e
Helbijartina rengan çareser dib e?
Ji reşîya xêza pênûsan
Derdên evîndarên bi keder
Katên dildarî yê diweşin
Hêvanê roja azadîyê amade dibe?
Li mixabin ..!
Tenê li welatê min
Dibin zor û sitem a sedsalan de
Dibin ezmanê ku reş girêda yî
Li ser Zîlan û Helebce…
Şerê birakujî peyda dibe!?
Xweşbext im
Di bin ezman ê xwezîn ê
Li ser ax a Mem û Zîn ê
Bi cancoş a dil lerzîn ê
Pêrgî te hatim lê dîn ê
Di hewl a li xwegerîn ê
Bi canşikest û girîn ê
Bi êş û jan a birîn ê
Pêrgî te hatim lê Zîn ê
Bi hest û çavê geşbîn ê
Ger û bizav a xwezbîn ê
Bi zengînî ya bengîn ê
Pêrgî te hatim Nisrîn ê
Bejnûbalek rind xuya bû
Rûdêm biharek e har bû
Canber a hestan diyar bû
Pêrgî te hatim Dilvîn ê
Jiyan a reşbîn tevgerand
Janîn bo jînê wergerand
Bextê reş bo spî hilgerand
Pêrgî te hatim Ajîn ê
Xwezîya xwezîyan yar ê
Gula hêvîyan sozdar ê
Her şox û şengê nazdar ê
Pêrgî te hatim hevjîn ê.
Eger…!
Eger, dostî rengê ala te bî
Kurdayetî ola te bî
Kawa, Pêxemberê te bî
Mem û Zîn, pirtûka te bî
Laliş, rûgeha te bî
Newroz, cejn û sersala te bî
Keyxwesro, sembola tebî
Mîr Bedirxan, rêzanê te bî
Nehrî, rêberê te bî
Qazî, pêşengê te bî
Rêbaza Barzanî, dibistana te bî
Dîrok mamoste yê te bî
Cûdî, pişt û hevalê te bî
Xwendin û zanîn rêça te bî
Rewşa welat, li ber çavên te bî
Kurdistan, li paytextê dilê te bî
Bawerî ya te, bi doza te bî
Serê te jî, ê te bî!?
Bila…bila…
Xwedê bi xwe, dijminê te bî!?
Eger…! -2-
Eger li ber çavên xweziyên min
rodagerî ya heyîn a te bî!…
di hiş û hestên min de
hilat a heyv a bîranînên te ye.
Pêşmerge Me
Canfîdayê welatim
Ji dilê dîrokê hatim
Bi ro yê re hilatim
Pêşmerge me…
Pêşmerge me?
Ê Kurdbûn vejand ezim
Ê dunya hejand ezim
Ê çiya mêjand ezim
Pêşmerge me…
Pêşmerge me?
Rizgar, azadîxwazim
Li ezmanê welat bazim
Bindestan de,ne razim
Pêşmerge me…
Pêşmerge me?
Min da ber xwe mirin
Xak rizgar kir hin bi hin
Kelem a çavên dijmin
Pêşmerge me…
Pêşmerge me?
Ez, ol û ala niştiman
Min deng daye li cîhan
Yan Kurdistan, yan neman
Pêşmerge me…
Pêşmerge me?
Şevînê..!
Dil bi kulê Şevînê
Kaniya hêvî, evînê
Perîyê xemrevînê
Rêça hêviyê dijwar e
Hêvî bi te hêvîn e
Şahî bi te şahîn e
Xwezî bê te sêwîn e
Jiyan, bê te xemwar e
Kevoka bask şikestî
Xunava dil û hestî
Çavwara jîna mestî
Dil bi qîr û hawar e
Gulçîçekê Nisrînê
Bejin bilind, şîrînê
Hêviyan re mizgînê
Evîndar her bendewar e
Firîşteya warvînê
Dilbirînê, dilvînê
Bîna çavan Şevînê
Sêwî hîştim, berdîwar e.
Ey Felek…!
Te bostek şîn î, da min
Min gazek şahî, jê girt
Te mistek axîn da min
Min hembêzek xweş î, jê girt
Te tûrek kul û derd, diyarî min kir
Min barek hêvî û xwezî, jê girt
tTe sêwîtî bi ser min de hilweşand
Min bavîtî ya gurzek hêvî û armanc kir
Te, ez bi strî yên jînê birîn kirim
Min jê, qefdek sorgul diyarî dîlberê kir!?
Xewnek
Em ketin temarek e dilsozî
Xewnek e dilînî
Di landikên…
Olperst î
Êlperest î
Xweperest î yê de
Qebqeban, em di tewandin
Tamî yê em dihejandin
Dengê dahola azadî yê
Em veciniqandin
Me çavên xwe
Li rewşa xwe gerandin
Lê mixabin..!
Me li xwe mêzekir ku
Em ji xewna xwe mezintir bûn e mixabin!?
Rastî!…
Lêvên te…
Êlek xwezî û daxwazên sêwî
di dilê min de, bi xwedî kirin?
Girnijîn a te…
Malbatek ji hêviyên bindest
di canê min de, rizgar kir?
Çavên te…
Mîrgehek ji armancên nenas
di jiyan a min de, bi navkir?
Te…
Welatekî dagirtî ji heyranî ya
biharek e herdemî re
di hebûn a min de, ava kir!?
Bêbextino!
Bi hemî..
bilindî ya çiyayên nezanî yê
ên ku di mijî yê we de mexelîn e
û ji gevez a li ser qirêj a salan têrbûn e!
nikarin cogehek e tirsê
di kûrnewalê dilê min de, bi herikîn in?
Bi hemî..
girên ezîtî yê
ên ku di dilê we de
bi şewat a agirê dexsî yê avis bûn e!
nikar in çirûskek ê ji hestên min vemrîn in!?
Bi hemî..
bager, bahoz û babilîskên
ku di canê we de, ku bi toz û qilêr a
kevneperestî yê xwemilî ne!
nikarin, gupkek hêvî
an pelek xwezî, ji dara bawerî ya min
bîn in xwar, an bi hejîn in!?
Bi hemî…
serhişkî ya ku li enî ya rûdêmên we
mîn a lawir û teba yan, nayên kedî kirin!
nikarin, karwanê hêvî
û daxwazên jîna min, rawestîn in!?
Bi hemî..
kanî yên qerez û pozbilindî ya we
ku bihên a gelacî ya Beko jê hildikel e!
û bi baran a ku ji ewrên bi jehir
ji ezmanê rewişt û bextê we dibar e!
nikarin…nikarin..
kulmek ax ji deşt a evîn a min şil bikin!?
Şengebîyê..!
Vaye can bidesta min tê
Spîbextê min digel hiltê
Dil nema di sing de hiltê
Hawar ji destê evînê
Vaye jankuja min hat
Ronahî da zinar û lat
Jêre dil û can kir xelat
Dermanê jana birînê
Min dil da dîlbera reşçav
Li min sotand dil û hinav
borî li min nekir silav
Xema nexe xemrevînê
Reşçavan dîn û har kirim
Bê mal û cih û war kirim
Bê hiş û bê zar kirim
Te ez dînkirim lê dînê
Şengebîya min negrî..!
Çê nabe bigrî canperî..!
Ronî hilê, wê tarî bimrî..!
hilnede aleya şînê
Zîna keçan Şengebî ye?
Nazika şeng û perî ye?
Kulaha hêvîyan, zerî ye?
Qendê, gezoyê, şîrînê.
Beravêtin
Li welatê şêran
Leheng û xweşmêran
Nevî yên Mîdî û Horî yan
Li warê , Mem û Zînê
Delêl, Xecê û Siyamend
Di hêlîna nêrgiz û binfşan de
Li ser ax a bav û bapîran
Li welatê min…
Landikên hêvî û aramancên pîroz
Li pîk û şaxên şikestî yên darên hişk dadidin
Û biser xîp û stiriyên
Biyanî ya demek e tûj de tênexwar!..
Lewra welatê min bû ye
Cih û warê hêviyên beravêtî!?
Pîrozbahî
Pîroz e şevek pîroz e
Cejn e û him jî Newroz e
Çi şahîyek e dilsoz e
Çi helkeft e û cejn e
Gul û sosin jêre bejn e
Rojbûna te şêrejin e
Çi şeveke xemrevîn e
Hemû şadî û evîn e
Xizimin li hev civîn e
Helkefteke bê hempa ye
Xweşî û şadî ber ba ye
Bo dildaran çi seba ye
Hêza canan e, evîn e
Ji hestan re derbirîn e
Şahciwana min, Şevîn e.
Naskirin..!
Kajmêrê …
Sozdarên min naskirin
Rojan…
Dostên min berçav kirin
Demsalan…
Hevalên min jimartin
Salan…
Hogirên min bi navkirin
Min dît..
Sozdar gelekin
Heval belekin
Hogir bi rikin
Ez û evînperweran dilekin!
https://www.bernamegeh.org/2020/02/10/jiyana-mihemed-hesko/