Mihemed Kabulî an Mamoste Qanî (z. 1898, Merîwan – m. 1965) helbestvanekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê bû.
Mamoste Qanî nasnavê Mihemed Kabulî kurê Şêx Seîd ê kurê Şêx Mihemed Dolaş li sadatên Konepoşî çiqa Kabulî bi nasnavê Mamoste Qanî helbestvanê hevdem yê kurd e ku di sala1898an de li gundê Dulaşê ser bi navçeya Merîwanê hatiye dinyayê. Li zarokatiya xwe, dê û bavê xwe ji dest dan û ket bin serperestîya Seyîd Hesenê Çûrî li gundê Çûrê li Merîwanê.
12 salî bû ku xwendina xwe dest pê kir û çû bajarên Serdeşt û Silêmanî û Sine û Seqiz û Koye û Kerkûkê û car din vegeriya Silêmaniyê û hinekî jî bal zanaê dînî Ibn ul-Qeredaxî ders xwendiye. Piştre ji ber kêşeyên malbatî xwendin terikandiye û li gundan bûye pêşnimêj û mektebdar. Wî bi zimanên kurdî, erebî û farsî helbest gotine lê ji bo helbestên sade û rewan yên kurdî bi navûdeng e.
Mamoste Qanî li 67 saliyê di sala 1965an de jiyana xwe ji dest da.
| Le eslla xellkî dollaş im, Merîwan cêgey ejdad im Muhemmed Kabul îm Emma texellus qan’mi nawe |
Berhemên wî
- Gulaley Merîwan
- Baxçey Kurdistan
- Ciwarbaxî Pêncwên
- Şaxî Hewraman
- Deştî Germiyan
https://www.bernamegeh.org/2020/10/11/helbesten-qani-mihemed-kabuli/








