Sebrî Botanî an jî Sebriyê Ehmedê Temir helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Botanî di sala 1925’an de li gundê Lodê yê navçeya Dihê hatiye dinyayê.
Xebat, Kêf û Şer
Awaz peyman û soz e
çep û çîz û bahoz e
Nevîçirka Cegerxwîn
Bûka çiyayê pîroz e
Huner çek û çeper e
şev û roj here were
Karê me Kurda ev e!
Xebat û kêf û şer e!
Dilo Jaro
Bibim gorî cihê ew lê
Ne carek lê hezar carî
Tilsima ser devê min e
Ronah’ya jîna tarî
Rêl û kaş e evîna wê
Bi neynûka’ ez dikêlim
Ji mêj ve min vekolaye
Heta dimrim wê nahêlim
Jana evîna te gulê
çenda bêjim nayê gotin
Dinalînim şev û rojê
Dil û hinav li min sotin
şîn û şadî dikin cengê
Perîşan im di beynê de
Dilo, jaro, evîndaro
Gul mêvan e di xewnê de
Ken û girî nehêlane
şev û roj û dem û sal e
Di gel me ye salê carek
Tu Xudê dilo ev hal e.
Ey Keça Kurd
Ey keça kurd, ey keça kurd
Zû hilo derkev ji gov
Lez bixwîne, baş bibîne
Da nemînî nîvmirov
Ma ne şerm e her bimînî
Bê amanc û bê dirov?
Ey keça kurd, ey keça kurd
Zû hilo derkev ji gov
De hilo rabe delalê
Tu ne bî şîn, na bit tov
Bo tovê jîna welatî
Bê guman her tu yî şov.
Peyman
Soz bit sozê neşkênim
Her bimînim xakperwer
Ger leşê min seranser
Pirt pirt bikin bi xencer
Evîndarê gulê me
Bi can û bîr û bawer
Jana evîna gulê
Girtiye can û ceger
şox û şepal e dilber
Destê çepel maye l’ ser
Pir fihêt e ji bo min
Ger nestînim gula zer.
Yara Nazenîn
Tu yî behişta rengîn
Gul û rîhan û nesrîn
Tu yî jan û tu yî jîn
Dilber, tu yî, tu yî Zîn
Ez im Memê dilbirîn
Bextreş ez im ser zemîn
Tu yî baxê sor ji xwîn
Tev rondik û derd û şîn
Gelek Enwer û Gurgîn
şîn û şahîn Lezgîn
B’ jîna biha tu kirîn
Qelen dan û têperîn
Ew in şehîdên evîn
Bo te yara nazenîn
Ji Yezdan re aferîn
Kirim pîrê xemcivîn
Hiştim melûl û xemgîn
Hêşta jivanê mizgîn.
Viyana Miletê Min
Viyanê heq diyar kir
Bi xebata sor û sext
çaxê sitem raborî
Wêran dibin tac û text
Koşka qiral tepisî
Lê wergera text û bext
Ger bivên û ger nevên
Lez û dereng têtin wext
Ji dil eger bibin yek
Kurd û ereb dest bi dest
Jêr sêbera wekhevî
Ava dibin çiya û deşt
Tê de bijîn wek bira
Vêg ra azad û serbest
Welatê xweş û şirîn
Dê bibit bax û beheşt.
Ji Evînê Narevîn
Kur:
Dilberê dilrevînê
Cwanê finda şevînê
Hatim baxê evînê
Keç:
Tu ser çavê min hatî
Roj î li min hilatî
Xêr û bêr û xelat î
Kur:
Tu dilberek aqil î
Ser bextê min kakil î
Evîna te da dilî
Keç:
Evîna me da deng e
Pesnê evîn sedreng e
çax borî l’ me dereng e
Kur:
Li vê nêçîr û ravê
Ez û tu ketîn davê
Evîn derçû j’ tengavê
Keç:
Ji evînê na revîn
Daxwaza dilê hev în
Heval were baxivîn
Kur:
Bi nîgar û bi nexş î
Tu nêrgiz û binefş î
Bo jîna min tu rewş î
Keç:
Ez gul im, her dem bûk im
Ber dilê te biçûk im
Were peymanê nû kim
Kur:
çav û dil û destê min
Bo gula ser textê min
Spîtahiya bextê min
Keç:
Bes bixwîne navê min
Hey bînah’ya çavê min
Pêtê da hinavê min
Kur:
M’ b’ şîreta seyda kir
Wek bilbilê şeyda kir
Gula corî peyda kir
Keç:
Lawko mala te ava
Dil dixwazî ser çava’
Bi rengê bûk û zava
Kur û keç:
Em dixtorzanê hev in
Gewherê canê hev in
Herdu dermanê hev in.
Gula Evîna Min
Pir pir ciwan rengê te ye
Ehmed Xanî dengê te ye
Barzanî ser cengê te ye
Kerkûk û şengala minê
Soza dil peymanê te ye
Xwîna min dermanê te ye
Min çav li fermanê te ye
Tu cejn û sersala minê
ç’yayê Cûdî bejna te ye
Xemla Newroz cejna te ye
Dilsotiyê dît’na te ye
Rengê te ser ala minê
Me dil evîndarê te ye
Ji mêj ve xwîndarê te ye
Pêşmerge guhdarê te ye
Rewşa te pergala minê
Ez bang û hawarê te me
Xîçek ji nîgarê te me
Hişyar û xemxwarê te me
Hey xaç û hîlala minê.
Evîna Pîroz
Memê reben evîndar bû
Beko rabû jehir tê kir
Bi kîna reş vekola bû
Di zîndana Cizîrê kir
Wî ned’zanî bi vî karî
Pîroziya evînê kir
Min û dilber di vê rê da
Pitir ji Mem û Zînê kir
şekirlêvê, me na xêvê
Xemla revê qehir çêkir
Beramber te gunehkar im
Gelo dilber, eve kê kir?
Agir berda hinavê min
Tîzab û xwê li b’rînê kir
Berê dara evîna me
Ne me dît û ne me jê kir
Ji nû dîsan bi dijwarî
Pîrê evîn şekir lê kir
Hezar tirken bila rabin
Eve dîsa’ me destpê kir
Botanî ger nependî bû
Wî xwe gorî şirînê kir.
Gulbehar û Kew
Gulbihar:
Kewo spêdê bixwîne
Her bixwîne, her bixwîne
Tu awaza xoş bîne
Her bixwîne her bixwîne
Xelkê rake j’ vê xewê
Bihar e, xew şîrîn e
Kewo spêdê bixwîne
Kewo heke tu d’firî
Careka dî d’zivirî
Bersiveka berkeftî
Bo vî dilê şikestî
D’ gel xwe bîne hey hewar
Ji wî lawê ne diyar
Kew:
Hawar e, gulê hawar e
Hawar e, hey hawar e
Qebqeba min hawar e
Warê me her ew war e
Bihar, ne ew bihar e
Derdê me pir dijwar e
Kewên me jî belav in
Bê pirs û bê silav in
Qebqeb rabin ji xewê
Guh nedin vê rewrewê
Rewrewa tole û tajî
Yê ne hosta bit na jî
Qebqeb biharê bînin
Bûka kurda’ b’xemlînin
Qeqebû hey qeqebû
Delîv hat û kes ne bû
Qeqebû hey qeqebû
Ne b’ destê min û te bû
Qeqebû hey qeqebû
Ya me nev’ya eve bû
Qeqebû hey qeqebû
Dergehê şadî vebû
Qe, qe, qe, qe,
Qe, qe,
Qe,
Qix.
Gulbihar û Pelîtank
Dûtra rojê l’ ser banî
Mi’ l’ ser milê wî danî
Ya te gotî, min ew got
Ez di gel xwe kirim cot
Gulê pa keyfa wî hat
Maçek bo min kir xelat
Gote min bêje Fatê
Bê min ne çit civatê
Gulê ji nû min zanî
Yarê te ye Botanî
Gotinek kir wek şekir
Wî dilê min pê vekir
Pir xweş û nerm û têrtam
şîr û şirîn şekrê şam
Hingê gava paştir bû
şirîntir û baştir bû
Gulê nadim malê d’nê
E’l’ ser wê têm kuştinê
Li ser wê tirh û katê
Agir û befr û ba tê
Ewrê evîna caran
Dîsa’ kir ag’r û baran
Ewrên me reş û tar in
şîn û şadî dibarin.
Li Ber Dengê Dehola Kurd
Vê carê jî ji min birin
Navê revê kirin serbar
Li ser kav’lê evîna min
Hezar kundok kirin serdar
Roja debeng û lewçan e
Bi te şad in weko her car
Ji lew dilber dinalim ez
Bi vî dengê melûl û jar
Ji ferhenga dilê xemgîn
Bilind dibin qêr û hewar
çi gazind û gilî û maç in?
Ji te d’barin gula nazdar
Bi bêhn in ew, ji me naçin
Cerg û hinav li min hat xwar
Dixum sûndê nerawestim
Heta li te nekim bihar
Te b’xemlînim cwana cwanan
Biderbînim jana kevnar
Li ber dengê dehola kurd
Xwe h’lavêjin pale û cotyar
Nêr û mê bin, weku êk bin
Dem û gavê, hemî hişyar
P’rêzên zêrîn biparêzin
Bi xebata tûj û dijwar
Bi xwîn û xwêdana ewan
Xêr û xweşî rojê hezar
Bi dilşadî bikin dîlan
Dîsa’ li nav gund û bajar
Li rojên cejn û sersalan
Bixemilin sûk û bazar.
Zimanê Kurdî
Heta kengê, heta kengê
Nezan û dîl û xembar bîn
Me dil pir bit ji kovana’
Bêçar û bêkes û jar bîn
Bextê me wek ruyê dijmin
Heta kengê hosa’ reş bit
Heta kengê, heta kengê
Tinê ev millet biheş bit
Ji bo pêşvebir’na ziman
Evro hene hezar derge
Eger bawer nekin ji min
Dişêm bînim hezar belge
Ji gazindan me dil pir bû
Birîn derbûn li ser sîn e
Eger bêjim, hene bêjin
Eve gêj e, eve dîn e
Hezar derdên giran hene
Can û cendek jev deranîn
Ji wan çendek hene dijwar
Nikarim ez bidim zanîn
Ev zimanê têr û hêja
Wek dibînim eger wa bit
Bê guman e hezar sal dî
Ji dijwarî rizgar nabit
Dewlemend e zimanê kurd
Sax û rewan û her maye
Hezar sal e bê sexbîr e
Ji bo me ev ji ber ma ye
Dixwînim ez, dibînim ez
Ristesaz û têrgiyan e
Kêmasiyek eger heye
Xwedanê wî bê îman e.
Were Were
Were were, şox û şengê
Te ez kuştim perîrengê
Erê gulê heta kengê?
Heke rast e evîndar î
Ji dil wek min birîndar î
Bo çi hinde ne guhdar î?
Were were sebra dila’
Hey tac û nîşana mila’
Janê da cergê bilbila’
Bi wî dengê nerm û rewan
Awazê bilbil û kewan
Dil ji min bir gula ciwan
Ji awazê germ û zirav
Bibarîne misk û gulav
Belav bike pirs û silav.
https://www.bernamegeh.org/2019/08/18/jiyana-sebri-botani/