Kaka Mem Botanî 10.1.1937an de li Koyê ji dayik bûye û piştre ji ber Kurdperweriya malbata wan, bavê wî hat dûrxistin. Xwendina ya seretayî li gundê Hertele yê Xoşnawatî, bajarê Koyê û Silêmaniyê kiriye û xwendina xwe ya bilind jî li Bexdayê qedandiye.
Çîroka yekem ya Kaka Mem Botanî di sala 1957an de hatiye weşandin, bi nerîna rexnegiran jî, taybetmendiyeke nû tê de diyar bû.
Ji sala 1968an vir ve bi alîkariya hin wêjevanên kurd li Bexdayê mijûlî avakirina rêxistina wêjeyî bû. Heta sala 10.2.1970ê bi awayekî fermî Yekîtiya Nivîskarên Kurd damezirand.
Ji sala 1993yê heta 2000î li Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şêwirmendê rewşenbîrî bû. Ji sala 2000î û vir ve ji hikûmeta Siwêdê îqameya dabûyê. Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd û endamê Yekîtiya Wêjevanan a Swêdê bû.
Di sala 25.10.2020an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li goristana Şêx Ehmed ya li Hewlêrê hat spartin.