Herîq, Mele Salih (1856 – 1909 Mehabad) helbestvanê klasîk ê kurd û fiqihzanê îslamê yê sedsala 19’an e. Herîq nêzikî bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Bi xwe ji teriqeta Neqşîbendiya ye. Di bin bandora Nalî û Mewlewiyê Kurd de maye.
Zêdetir BixwîneBlog Layout
Jiyana Hoşeng Broka
Hoşeng Broka helbestvan û nivîskarekî êzdî ye ku di sala 1969an de li gundê bajarê Tirbesipiyê Tilxatûnkê li Başûrê Rojavayî Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 1994an de dîploma sosyolojiyê li zanîngeha Şamê wergirtiye, berî ku di zivistana 1994an koçberî Almanyayê bibe. Niha li bajarê Bielefeld dimîne. Berhem Bawişkandin ji kopên minareyên razayî,1995, helbest, Berlîn Serborekên çarşembên tozê, 1999, helbest, Stockholm Keskê dawî …
Zêdetir BixwîneJiyana Flê Jiyan
Flê Jiyan di sala 1990an de li bajarê Misirca girêdayî Sêrtê hatiye dinê. Ew li Misircê çûye dibistanên seretayî û navîn û li Sêrtê çûye lîseyê. Jiyan di 2009an de li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Civaknasiyê xwendiye lê ji ber sedemên siyasî di 2011an de dev ji zanîngehê berdaye û koçberî bajarê Frankfurt/Maina Almanyayê bûye. Li Zanîngeha Goetheyê li bajarê Frankfurt/Mainê di sala 2014an de dest bi Beşa …
Zêdetir BixwîneJiyana Şukriyê Bedlîsî
Şukriyê Bedlîsî dîrokzan û helbestvanekî Bedlîsê ê bi eslê xwe kurd e. Dîroka ji dayikbûna wî nayê zanîn, lê di gelekî çavkaniyan de tê dîtin ku ew di sedsala 16’an de jiyaye. Di sala 1530’an miriye. Ew demekî di dewleta osmaniyan de ser mesele û babetên dîrokê dinivîsand. Wî pir ziman dizanîbu di serî de hema ji zimanê …
Zêdetir BixwîneJiyana Mele Ehmedê Palo
Mele Ehmedê Palo nivîskar û dîrokzanê kurd e ku di sala 1920an de nêzîkî bajarê Palo, li gundê Sêreçurê (Bakûrê Kurdistanê) ji dayik bûye. Di zaroketiya xwe de dê û bavê xwe winda dike; sêwî dimîne. Jiyana wî di nav belengazî û perîşaniyê de derbas dibe. Dixwaze ko bixwîne, lêbelê mercên xwendinê nabîne. Ji bo vê sedemê …
Zêdetir BixwîneJiyana Nadoyê Xudo Maxmûdov
Nadoyê Xudo Maxmedov (1907 -1990) dîrokzan û çîroknivîsekî Kurd e. Nadoyê Xudo Maxmûdov sala 1907 li gundê Yanix, nehiya Martûniyê, li Ermenistanê ji maleke hejar ya Kurd hatiye cîhanê. Afrandinên xwe, îlahî kurteçîrokên ”Dûajoyê biçûk“,”Salê buhurî“,”Syarê hespê boz“,”Çawa ez zar-ziman ketim“, ”Dersdarê minî rem“ û hinekên din da, halê wî gundê Kurda û zarotya xwe ya dijwer …
Zêdetir BixwîneJiyana Mehmedê Siloyê Bava
Mehmedê Siloyê BAVA (Babayêv Mamêd Sulêymanovîç) (1920 gundê Araratê, Ermenîstan – 2011 Bakû, Azerbaycan) – sertêkoşerê ji nûva dasekinandina Kurdistana Sor, avakar û serokê rêxistina «Yekbûn» ê, pêşeng û rêberê kurdên Yekîtîya Sovyêt a berê. Ji salên 1940-50 î ji bo parastina maf ê gelê xwe yên sîyasî, cîvakî, aborî, çandî dest bi têkoşînê dike. Di sala 1946-an …
Zêdetir BixwîneJiyana Arsênê Reşît Polatov – (Arsen Polatov)
Arsênê Reşît Polatov (Arsen Polatov) (z. 1942 – m. 31’ê adarê 2004) hunermendê pandomîmê yê kurd yê herî bi nav û deng bû. Polatov, yek ji hunermendê şanoya bêdeng (pandomîmger) yê herî bi nav û deng li Sovyeta kevin û li cihanê bû û li dervayî sînorên Sovyetê jî dihate naskirin. Poladov, Zanîngehên Moskova û Sorgonê di serî de, li gelek zanîngehên cîhanê dersên şano (tiyatro) …
Zêdetir BixwîneJiyana Şakirê Miho
Profesor Şakirê Miho di sala 1930’an li devera Elegeza Ermenistanê ji dayîk bûye, malbata wî kurdên Êzîdî ye û ji eşîra Sipkî ne û di sedsala 19’an da ji ber êrîşên Osmaniyan ji bajarê Qersê koçber kirine û çûne Ermenistanê. Profesor Şakirê Miho li sala 1948’ê li zanîngeha Êrîvanê li beşa dîrokê dest bi xwendina bilind kir û di sala 1952’an …
Zêdetir BixwîneJiyana Medet Serhat
Medet Serhat (*? – † 12’ê sermawezê 1994, Stenbol) parêzer, siyasetmedarekî kurd bû. Ji parêzgeha Îdirê ye. Li zanîngeha Stenbolê perwerdeya dadê dîtiye. Sala 959’ê bi sedemê kurdperweriyê tê girtin û 13 mehan di zîndanê de dimîne. Sala 1963’yê, ji ber ku di kovara Dengê de pesnê kurdewariyê daye, tê darizandin. Sala 1965’ê jî bi bahaneya komeleyeke kurdperwer vekiriye 1 sal û …
Zêdetir Bixwîne