Medet Serhat (*? – † 12’ê sermawezê 1994, Stenbol) parêzer, siyasetmedarekî kurd bû.
Ji parêzgeha Îdirê ye. Li zanîngeha Stenbolê perwerdeya dadê dîtiye. Sala 959’ê bi sedemê kurdperweriyê tê girtin û 13 mehan di zîndanê de dimîne. Sala 1963’yê, ji ber ku di kovara Dengê de pesnê kurdewariyê daye, tê darizandin. Sala 1965’ê jî bi bahaneya komeleyeke kurdperwer vekiriye 1 sal û 4 meh ceza lê tê birrîn.
Sala 1997’ê li welatên pakta Warşawê, li piştgiriya bo kurdan digere, lê tiştekê bidest naxe. Sala 1978’ê dibe nûnerê komeleya bi navê Îttîhadî Watanî Kurdistan ê Stenbolê. Demekê di nava CHPê, demekê jî di TKPê de dixebite.
27’ê rêbendanê 1981’ê tê binçavkirin lê wî dîsa berdidin. Do darizandinên endamên PKKê de parêzeriyê dike. Li ser navê komeleya aşitiyê tê girtin heya 1983’yê di zîndanê de dimîne. Sala 1990’ê weqfekê bo daxwazên kurdan ava dike.
12’ê sermawezê 1994’ê ji aliyê hêzên çekdar ên dewletê ve, li ber deriyê mala xwê tê gulebarankirin, jiyana xwe jidest dide.