Hoşeng Broka helbestvan û nivîskarekî êzdî ye ku di sala 1969an de li gundê bajarê Tirbesipiyê Tilxatûnkê li Başûrê Rojavayî Kurdistanê ji dayîk bûye.
Di sala 1994an de dîploma sosyolojiyê li zanîngeha Şamê wergirtiye, berî ku di zivistana 1994an koçberî Almanyayê bibe. Niha li bajarê Bielefeld dimîne.
Berhem
- Bawişkandin ji kopên minareyên razayî,1995, helbest, Berlîn
- Serborekên çarşembên tozê, 1999, helbest, Stockholm
- Keskê dawî di cenazeya Xwedê de, Helbest, Pêrî, 2002, Stenbol
- Derengî Bajêr Weha Diniqutim Nimêja Navê Te, Helbest, Pêrî, 2003, Stenbol
- Ya Ji Sêvan Û Wêdetir Helbest, Pêrî, 2004, Stenbol
- Mîtolojiya Êzdiyatiyê(1995) (Lêkolîneka bi zimanê erebî)