Nadoyê Xudo Maxmedov

Jiyana Nadoyê Xudo Maxmûdov

Nadoyê Xudo Maxmedov (1907 -1990) dîrokzan û çîroknivîsekî Kurd e.

Nadoyê Xudo Maxmûdov sala 1907 li gundê Yanix, nehiya Martûniyê, li Ermenistanê ji maleke hejar ya Kurd hatiye cîhanê.

Afrandinên xwe, îlahî kurteçîrokên ”Dûajoyê biçûk“,”Salê buhurî“,”Syarê hespê boz“,”Çawa ez zar-ziman ketim“, ”Dersdarê minî rem“ û hinekên din da, halê wî gundê Kurda û zarotya xwe ya dijwer ra dixe ber çavên xwendevanan. Nado Maxmûdov çend cara hatiye hilbijartin wek parlamêntarê parlamênta (meclîsa) komara Ermenistanê û Yekîtya Sovêtê.

Tevî wan karên xwe ew wusa jî nivîskar û dîrokzanekî Kurdî hêja bû. Sala 1959´ê, bi zimanê Ermenî pirtûka wî ya „Gelê Kurd“ hate weşandin. Ev pirtûka giranbiha ye, ji 260 pere û tê de dîroka gelê me ji demên kevin girtî heta salên weşena pirtûkê hatiye şirovekirin, analîze kirinê.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !