Jiyana Elî Hekarî

Elî Hekarî

Elî Hekarî (1019-1093) hedîsvanê îslamê yê kurd yê pêşîn e. Ji nesla wî jî gelek alim derketine. Elî Hekarî di sala 1019an de li herêma Mûsilê ji dayik bûye, li gorî hin çavkaniyan ji bajarê Amêdiyê ye.[1] Navê wî Şexûlîslam Ebûl Hesenê Eliyê kurê Ehmedê Hekarî ye.[2] Çavkanî ↑ http://www.hakkarikulturturizm.gov.tr/TR,159107/hakkari-ulemasi.html ↑ Hamdi Selefi ve Tahsin İbrahim Doski, İqdu’l-Ceman r.99-102

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Ehmed Şerefedîn

Ebûl-Fedl

Ehmed Şerefedîn, di sala 1179’an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye û di sala 1234’an de mir.[1] Navê wî yê dirêj Ehmedê Mûsa Erbîlî ye, Leqeba wî “Şerefedîn” e û bernavka wî jî “Ebûl-Fedl” e. Ehmed Şerefedîn nivîskarekî kurd e, Kurê zanistvanê kurd yê bi nav û deng Kemaledînê Yûnis e.[2] Di wî demê ji zanyarên herî mezin bu …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Zeynûdîn Iraqî

Zeynûdîn Iraqî

Zeynûdîn Iraqî (1325, Qehîre – 1404 Misir) alimê hedîs û fiqihê bû. Hîna heşt salîbûye pirtûga pîroz Quranê jiber kiriye. Dûra jî dest bi îlmên fiqih û hedîsan kiriye.[1][2] Jiyan Zeynûdîn Iraqî di sala 1325’an de li Misirê navçeya Qehîreyê hatiye dinyayê, Hîna 3-4 salîbû bavê wî Husên wefat dike. Bavê wî kurdê Başûrê Kurdistanê ji bajarê Hewlêrê bû koç kiribû Misirê. Zeynûdîn Iraqî di salê xweyê piçûk …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Rojhat Seîd

Rojhat Seîd

Rojhat Seîd wergêr û rojnamevanê kurd e. Di sala 1988an de li gundekî ser sînorê Tirkiye-Îraqê bûye, çar salan li bajarê Amedê maye. Paşê li gel xizaniyê vegeryaye bajarê Zaxoyê. Xwendina xwe li xwendingehên cuda cuda kiriye. Di sala 2010an da ji Peymangeha teknîkî ya Amêdiyê derçûye. Yekemîn nivîsîna xwe ji malpera Rastiya Kurdistanê re şandiye.

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Mehmûd Onder

mahmut önder

Mehmûd Onder (z. 1952, Amed, Bakurê Kurdistanê – m. 31 kanûna mezin 2017, Kopenhag, Danîmarka), rojnamevan û xebatkarê çapemeniya kurdî bû. Ew di sala 1952an de li taxa Elîpaşayê ya Amedê hatiye dinyayê û zaroktiya wî li wir derbas bû. Pişt re di destpêka 1970î de bû şoreşger û wî doza sosyalîzm, kurd û Kurdistanê nas kir. Piştî darbeya 12ê îlonê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Qalî

Qalî navê wî yê rast Ebû Elî Bin el-Qasim e (Ebû Elî kurê Qasim). Qalî di sala 901ê de li paytexta Kurdistanê li bajarê Amedê hate cîhanê û di sala 967an de jî mir.[1] Qalî du sal li Mûsilê dersên Hedîsê li cem Ebî Yalî xwend, di sala 918an de jî diçe li Bexdadê dixwîne. Dema gehaye Bexdadê bazirganên Qalîkaliyan pê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Mele Yûnisê Erqetînî

Mele Yûnisê Erqetînî (? – m. 1785) yek ji nivîskarê kurdan û zaneyekî îslamê yê sedsala 17’an e. Lê mixabin ku di derheqê jiyana wî de vê gavê çavkanî kêm in. Xuya ye ku ‘Erqetîn’ an ‘Helqetîn’ navê gundê wî ye. Ew di bandora Eliyê Teremaxî de maye. û kitebên tesrîf, zirûf û terkîbê bi zimanê kurmancî nivîsandine.[1] Berhem Zuruf Terkîb Çavkanî ↑ http://www.kurdica.com/News-sid-Klas-k-n-me-an-und-351-a-r-ed-b-n-me-n-kevin-789.html

Zêdetir Bixwîne

Fûad Temo

Fûad Temo ronakbîrekî kurd e ko ji bajarê Wanê ye û kurê mebûsê Wanê Tewfîq Begê Wanî ye. Li Stenbolê digel ronakbîrên kurdan ew jî yek ji çalaktirîn kesan e ko beşdarî kar û barên siyasî û çandî yên kurdan dibe. Di komele û kovarên kurdan de dixebite. Di 1912an de digel Qedrî Cemîl Paşa, Cerrahzade Zekî Beg û hin ronakbîrên din, li Stenbolê yekemîn …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !