Zeynûdîn Iraqî (1325, Qehîre – 1404 Misir) alimê hedîs û fiqihê bû. Hîna heşt salîbûye pirtûga pîroz Quranê jiber kiriye. Dûra jî dest bi îlmên fiqih û hedîsan kiriye.[1][2]
Jiyan
Zeynûdîn Iraqî di sala 1325’an de li Misirê navçeya Qehîreyê hatiye dinyayê, Hîna 3-4 salîbû bavê wî Husên wefat dike. Bavê wî kurdê Başûrê Kurdistanê ji bajarê Hewlêrê bû koç kiribû Misirê.
Zeynûdîn Iraqî di salê xweyê piçûk de dest bi ‘ilmê Îslamê yê hedîs û fiqihê kiriye, Ji berku eslê wî kurde loma bernava wî el-Kurdî ye. Navdanka wî jî “Ebûlfedl” e. Navê wî bi temamî ji Abdurrahîm bin Huseyn bin Abdurrahman el-Kurdî ye. Lê ew bi piranî bi navê “Zeynûdînê Iraqî” hatiye naskirin. Wî perwerdeya xwe bi pirani ji Nasirûdîn Mihemed bin Ebi’l Hesen bin Ebdulmelîk girtiye. Di 20ê Şibatê 1404’de wefat kiriye.
Berhem
- Nazm-ud-durer-is-seniyye fî sîret-iz-zekiyye
- El-baîs alel-halas min hawadîs-il-kısas
- Manzûmetu tefsîr-i garîb-il-Qur’an
- Elfiye
- Tahrîcu ehadîs-ul-îhya
Çavkanî
- ↑ http://www.sorularlaislamiyet.com/article/13967/zeynuddin-iraki-muhaddis-midir-hangi-eserleri-vardir.html
- ↑ TDV İslam Ansiklopedisi cild. 19; r. 118