Pesar Findî

Jiyana Pesar Findî

Nivîser û Rojnamevan navê sê qolî (Pesar Ebdulkerîm Findî) berniyase bi (Pesar Findî).
Li sala 1987 an li bajarê Duhokê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya (seretayî, navincî, amadeyî) li Duhokê bi dawî aniye.  Li sala 2006 an bawernama bekaloryos bi zanistên serbazî ji ekadîmiya serbazî li Zaxo wergirtiye. Li sala 2014 an bawernama bekaloryos bi yasayê ji zaningeha Duhok wergirtiye. Li sala 2010an bawernama masterê bi yasayê ji zaningeha Pune li welatê Hindistanê wergirtiye. Niha qutabiyê diktorayê ye (li qunaxên dawiye) li zanîngeha niştîmaniya Malîziya de (UKM).

Çendîn vekolînên zanistî di çendîn kovarên ekadîmî yên nêvdewletî de weşandine. Berhemên xwe yên rojnamevanî digelek kovar û rojnameyan de weşandîne.  Endamê Sendîka rojnamenivîsên Kurdistanê ye. Endamê Sendîka Parêzerên Kurdistanê ye. Endamê Yekêtîya mafperwerên Kurdistanê ye. Zimanên Kurdî û Ingilîzî, Erebî bi başi dizanît, her wisa Şarezayî di zimanên Hindî û Melayi de jî heye.

Berhemên çapkirî:

– Saloxetên dewleta Fedralî (خصائص الدولة الفدرالية), danan, 2010, bi zimanê Erebî ye.
– Role civata asayşê / neteweyên êkgirtî di çareserkirina milmilanên nêvdewletî de, danan, 2020, bi zimanê Ingilîzî ye.
– Mafê çarenivîsê milletê Kurd li îraqê li pey yasayên nêvdewletî de, danan, 2020, bi zimanê Ingilîzî ye.

Berhemên berhev bo çapê:
– Barriers to Inter-State, Trade and Commerce, danan, bi zimanê ingilîzî ye.
– Right to Food, human rights approach, danan, bi zimanê ingilîzî ye.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !