mahmut önder

Jiyana Mehmûd Onder

Mehmûd Onder (z. 1952, Amed, Bakurê Kurdistanê – m. 31 kanûna mezin 2017, Kopenhag, Danîmarka), rojnamevan û xebatkarê çapemeniya kurdî bû.

Ew di sala 1952an de li taxa Elîpaşayê ya Amedê hatiye dinyayê û zaroktiya wî li wir derbas bû. Pişt re di destpêka 1970î de bû şoreşger û wî doza sosyalîzm, kurd û Kurdistanê nas kir. Piştî darbeya 12ê îlonê 1980’î hat desteserkirin û piştî çend carên binçavkirin û îşkenceyên giran, weke bi hezaran şoreşgeran, ew jî çû derveyî welêt.

Dû re li Ewropayê di gelek televîzyonên kurdî (MED TV, Medya TV, Roj TV, Stêrk TV û Ronahî TV) de wekî pêşkêşvan dixebitî. Dibêjin Onder yek ji sembolên çapemeniya kurdî bû.

Niha çend sal e ew bi nexweşiya pençeşêrê (kanser) ket û ev demeke dirêj bû li nexweşxaniyeke Kopenhaga Danîmarkayê dihat dermankirin.

Di 31ê kanûna mezin a 2017an de rojnamevanê kurd Mehmûd Onder çû ber dilovaniya Xwedê.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !