Seydayê Dilbirîn di sala 1935an de li gundê Awta Xwarê ya girêdayî Misirca Sêrtê hatiye dine. Navê wî ya di nasname de tê nivîsîn Süleyman Îmamoğlu ye. Helbestvan Seydayê Dilbirîn di medreseyên Bereholê, Şemsê, Çêlika Eliyê Remo, Zivinga Şikakan, Zoqeydê, Milhê, Şifêrê û Hawêlê perwerdehiya dînî girt û piştre bû feqî. …
Zêdetir BixwîneJiyana Tengezarê Marînî
Tengezarê Marînî, nivîskariyê di warê û helbestê de, bi zimanê kurdî dike. Di 04.09.1959an de li Tirbespiyê, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. 2 salan wêjeya erebî li zanîngeha Helebê xwendiye. Pisporiya karmendiya mediya nû (Komunikasyon, relation, rewanbêjî , Derûnasiya xîtaba ragehandinê û șiroveya zimanê wê ) xwendiye. Di gel …
Zêdetir BixwîneJiyana Şîfa Gerdî
Şîfa Gerdî anku Şîfa Zikrî Îbrahîm (z. 1’ê tîrmehê, 1986 – m. 25’ê sibatê, 2017), bêjer û rojnamenivîseke kurd bû. Di dema şerê li Mûsilê de, di teqînekê de jiyana xwe ji dest da. Şîfa Gerdî di sala 1986an de li herêma Ûrmiyê hatiye dinyayê. Malbata wê koçber bû. Wê di 2006an de piştî derçûna beşa …
Zêdetir BixwîneJiyana Jozef Shiloach
Jozef Shiloach ((יוסף שילוח; (* 9’ê tîrmehê 1941 li rojhilatê Kurdistanê; † 3’ê rêbendanê 2011) aktorekî kurd[1][2][3] ê cihû bû. Sala 1950’yê li Îsraelê bicih dibe. Sala 2009’ê de di festîvala filmê ya Orşelîmê de xelatê werdigire. Hin ji fîlmên wî 1974: Çîroka Jakob û Joseph (The Story of Jacob and Joseph) 1975: Mûsa – Zagonda (Moses the Lawgiver) 1979: Îsa (1979) (Jesus) 1988: Rambo III Çavkanî ↑ Lîsteya kurdên cihû …
Zêdetir BixwîneJiyana Dilşad Merîwanî
Dilşad Merîwanî (z. 28’ê adarê 1947 – 13’ê adarê 1989 – Silêmanî) nivîskar, rojnamevan û helbestvanekî kurd bû. Ji aliyê rejîma Baas a Îraqê ve hatiye kuştin. Merîwanî alîgirê bikaranîna alfabeya kurdî ya latînî bû. Merîwanî birayê mezin ê Rebwar Fatah e. Tê gotin ku li ser mirina xwe helbesta li jêr nivîsandî ye. Berhemên wî Firmêsk …
Zêdetir BixwîneJiyana Selim Silêman
Selîm Silêman (1586, Bedlîs/Hîzan) – ?) helbestvan, wêjenas û nivîskarekî Kurd e. Heya ku Rojhilatnasa sovyetî M.B Rûdênko bahsa destnivîsên kurdî kir, heşkere bû ku Selim Silêman jî helbestvanekî Kurd e û Yûsif û Zuleyxa bi Kurmancî nivîsiye. Ji xwe Aleksandr Jaba, rojhilatnas û dîplomatê rûs behsa Selim Silêman kiriye. Ew dibêje ku Selim Silêman hevdemê Şerefxanê Bedlîsî bûye (sedsala XVI-XVII) û bixwe helbestvan û dengbêjê Mîr Şeref …
Zêdetir BixwîneJiyana Kendal Nezan
Dr. Kendal Nezan, di sala 1949an de li bajarokê Farqînê (silîvan) yê li ser Amedê (Diyarbekir) ji diya xwe bûye. Xwendina xwe ya seretayî, ya navîn û amadeyî (lîse) li Farqînê û li Amedê temam kiriye. Piştî wê du sala li Fakulteya Bijişkiyê ya Enqerê xwendiye. Paşê, ji bo fizîka …
Zêdetir BixwîneJiyana Beroj Akreyî
Beroj Akrêyî helbestvan û nivîskarê kurd e ku di sala 1963an de li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Beroj Akrêyî piştî têkçûna Şoreşa Barzanî di sala 1975an de berê xwe daye Îranê û 15 salan wek penaber li Îranê jiyaye. Ji sala 1990î heya 2010an, li Swêdê jiyaye. Ev du sal in hatiye başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê rûdine. Beroj Akreyî pênc kitêbên helbestan bi kurdî-soranî belav kirine. Du kitêbên çîrokan bi zimanê farisî li Tehranê belav kirine, …
Zêdetir BixwîneJiyana Hîwa Seîd
Hîwa Seîd an Hîva Seîd helbestvanekî kurd e ku bi zaravayê soranî dinivîse. Di sala 1983’an de hatiye dinyayê. Niha jî li başûrê kurdistanê li Hewlêrê dijî. Berhem Eşkî Temenêk bo To (2005), Hewlêr (Kurdistan), bi zaravayê soranî ye. Naley Befr û Pişkoy Agir (2007), Silêmanî (Kurdistan), bi zaravayê soranî ye. Helbestên wî Yekem …
Zêdetir BixwîneJiyana Herîq – (Mele Salih)
Herîq, Mele Salih (1856 – 1909 Mehabad) helbestvanê klasîk ê kurd û fiqihzanê îslamê yê sedsala 19’an e. Herîq nêzikî bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Bi xwe ji teriqeta Neqşîbendiya ye. Di bin bandora Nalî û Mewlewiyê Kurd de maye.
Zêdetir BixwîneJiyana Hoşeng Broka
Hoşeng Broka helbestvan û nivîskarekî êzdî ye ku di sala 1969an de li gundê bajarê Tirbesipiyê Tilxatûnkê li Başûrê Rojavayî Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 1994an de dîploma sosyolojiyê li zanîngeha Şamê wergirtiye, berî ku di zivistana 1994an koçberî Almanyayê bibe. Niha li bajarê Bielefeld dimîne. Berhem Bawişkandin ji kopên minareyên razayî,1995, helbest, Berlîn Serborekên çarşembên tozê, 1999, helbest, Stockholm Keskê dawî …
Zêdetir BixwîneJiyana Flê Jiyan
Flê Jiyan di sala 1990an de li bajarê Misirca girêdayî Sêrtê hatiye dinê. Ew li Misircê çûye dibistanên seretayî û navîn û li Sêrtê çûye lîseyê. Jiyan di 2009an de li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Civaknasiyê xwendiye lê ji ber sedemên siyasî di 2011an de dev ji zanîngehê berdaye û koçberî bajarê Frankfurt/Maina Almanyayê bûye. Li Zanîngeha Goetheyê li bajarê Frankfurt/Mainê di sala 2014an de dest bi Beşa …
Zêdetir BixwîneJiyana Şukriyê Bedlîsî
Şukriyê Bedlîsî dîrokzan û helbestvanekî Bedlîsê ê bi eslê xwe kurd e. Dîroka ji dayikbûna wî nayê zanîn, lê di gelekî çavkaniyan de tê dîtin ku ew di sedsala 16’an de jiyaye. Di sala 1530’an miriye. Ew demekî di dewleta osmaniyan de ser mesele û babetên dîrokê dinivîsand. Wî pir ziman dizanîbu di serî de hema ji zimanê …
Zêdetir Bixwîne