Şîfa Gerdî

Jiyana Şîfa Gerdî

Şîfa Gerdî anku Şîfa Zikrî Îbrahîm (z. 1’ê tîrmehê, 1986 – m. 25’ê sibatê, 2017), bêjer û rojnamenivîseke kurd bû. Di dema şerê li Mûsilê de, di teqînekê de jiyana xwe ji dest da.

Şîfa Gerdî di sala 1986an de li herêma Ûrmiyê hatiye dinyayê. Malbata wê koçber bû. Wê di 2006an de piştî derçûna beşa ragihandinê ya zanîngeha Selahedînê dest bi karê rojnamevaniyê kiriye û yek ji rojnamevanên diyar ên Kurdistanê bû û li çend saziyên ragihandinê yên Kurdistanê kar kiriye.

Di dema tîma rojnamevanan romalkirina şerê Daişê li rojavayê Mûsilê dikir, bombeyeke çandî nêzîkî tîma televîzyona Rûdawê teqiya û di encama teqînê de karmenda Rûdawê jiyana xwe ji dest da û wênegir Yûnis Mistefa jî birîndar bû.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !