Dr. Kendal Nezan, di sala 1949an de li bajarokê Farqînê (silîvan) yê li ser Amedê (Diyarbekir) ji diya xwe bûye.
Xwendina xwe ya seretayî, ya navîn û amadeyî (lîse) li Farqînê û li Amedê temam kiriye. Piştî wê du sala li Fakulteya Bijişkiyê ya Enqerê xwendiye. Paşê, ji bo fizîka nukleer bixwîne diçe Fransayê. Li Universiteya Paris-Orsayê salekê maîtrise (master-1) dike, piştî wê disa salekê DEA (Master-2) di warê fizîka reaktoran de, li Enstîtuya Zanistên teknîk ên atomî ya Saclayê, li Parîsê dike.
Di encamê de têza xwe ya doktorayê li ser fizîka atomî dike û weke lêkolîner li CNRS (Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî) û Koleja Fransayê dest bi kar dike. Li gel xwendina xwe û çalakiyên xwe yên pîşeyî, Kendal Nezan pir zû li riyên paraztina doza kurdî jî geriya. Gava ku xwendekar bû, Yekîtiya Xwendekarên Kurd ên Fransayê û paşê jî Mala Kurdan ava kir, kovarên bi zimanê kurdî yên weke Ronahî û Azadî belav kir. Di 1974an de, di gel gelek ronakbîrên fransî yên weke Jean-Paul Sartre, Simone de Beauvoir, Maxime Rodinson, Pierre Vidal-Naquet, Edgar Morin, Bernard Dorin û Gérard Chaliand beşdarî avakirina Komeleya France-Kurdistan bû.
Vê komele, bi weşanên xwe û beşdariya di medyayên fransî de, di warê danasîna gelê kurd de li Fransayê roleke serekî lîst. Di sibata 1983 de, li gel bi dehan ronakbîr û hunermendên kurd ên li sirgûnê yên weke ronakbîr û diplomatê navdar Mîr Kamuran Bedirxan, hunermendê sînema, derhêner û senarîst Yilmaz Güney, ku xelata palmiyeya zêrîn a festivala Cannesê ya 1982yan wergirt, şairê mezin Cegerxwîn û hwd. Enstîtuya kurdî ya Parîsê ava kir.
Paşê, di 1993yan de, Enstîtuya navborî ji alî hikumeta Fransayê ya wê demê ve weke Weqfeke di xizmeta gel de hate nasîn. Kendal Nezan, di dema hikumeta Michel Rocard de bû endamê Konseya neteweyî ya zimanên herêmî û kemayetiyan, ku Serokwezîr bi xwe serokayetiya wê dikir. Di 2008an de, televizyona Kurd1ê ku bi kurdî li Parîsê ji bo diaspora kurd û Kurdistanê bi riya satelîtê weşana xwe dikir ava kir û pênc salan birêveberiya wê kir. Di gel Abdulrahman Qasimlo, Ismet Şerîf Vanly û Gérard Chaliand hev nivîskarê pirtûka «Les Kurdes et le Kurdistan / Kurd û Kurdistan»ê ye, ku li ser tarîxa kurdan hatiye nivîsîn û di 1978an de di nav weşanên Maspero de derket û li gelek zimanan hate wergerandin.
Bi birêveberiya wî, di 2017an de ferhenga mezin a kurdî-fransî ku 85.000 peyv tê de hene çap bû. Gelek maqaleyên Kendal Nezan di rojnameyên navneteweyî û fransî yên weke Le Monde, Libération, le Monde Diplomatique û hwd. de belav bûne. Wî her wiha xelata Danielle Mitterrand a ku ji alî Weqfa France Libertés ve tê dayin di 2015an de wergirtiye.