Jiyana Zerdeşt Haco

Jiyana Zerdeşt Haco

Zerdeşt Haco, zimannas û nivîskarê kurd e. Di sala 1950ê de li welatê Sûriye ji dayik bûye. Li Almanya dijî. Serokê PENa Kurd a Ewropayê bû. Ew PhD ya xwe li Zanîngeha Berlîna Azad li warên ziman-nasî û zimanên hînd û îraniyê de wergirtiye. Heta niha li zanîngehên Berlîn, Bremen û Hambûrgê wane gotiye. Dr. Haco tevlî wergerandina Încîla Pîroz ser zimanê kurdî bûye. Wî …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Grîşayê Memê

Grîşayê Memê (28’ê adarê, 1948 Elegez), nivîskarekî kurd e. 28’ê adarê sala 1948’an li gundê kurdan – Kervanserayê, navçeya Elegezê, komara Ermenistanê ji diya xwe bû. Zanîngeha Yêrêvanê ya dewletê, fakûltêta rohilatzanyê, para tirknasyê xilaz kir û eva devedevî 35 sal e rojnemê de xebiti. Berê wek werger, paşê serokê parê, cigirê berpirsyar, 2006 da berpirsiyarê sereke. …

Zêdetir Bixwîne

Alfabeya Şemo-Marogûlov

Alfabeya Şemo-Marogûlov

Alfabeya Şemo-Marogûlov yekemîn alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî ye û ji aliyê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov hatiye amadekirin. Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Isahak Marogûlov (bi koka xwe Aşûrî) dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî kirin û di sala 1928’an de karê xwe bi dawî anîn. Wan di sala 1929’an de yekemîn …

Zêdetir Bixwîne

Dîroka Rojnameya Riya Teze

Dîroka Rojnameya Riya Teze

Riya Teze (carina wek Rya Teze tê nivîsandin) yekemîn rojnameya kurdî ye ku bi tîpên latînî hatiye çap kirin. Riya Teze di 1’ê avrêla sala 1930’î de li Sovyetistanê bi alfabeya kurdî ya Şemo-Marogûlov ku di sala 1928’a de bi biryara dewleta Sovyeta berê hatibû amade kirin, dest bi weşana xwe kir û destpêkê heftê du caran bi çar rûpelan derdiket. Bi vî awayî Riya Teze beriya kovara Hawar dest bi …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Karlênê Çaçanî

Karlênê Çaçanî (z. 25’ê kanûna 1929’an li Cercerîsê (Dêrikê), Ermenistanê – m. 9’ê nîsana 2012’an li Rewanê), zanyar û nivîskarê kurd, doktorê dîrokzaniyê û serokê beşa kurdzaniyê ya Înstîtuta Rojhilatzaniyê ya Akademiya Ermenistanê bû. Karlênê Çaçanî sala 1929[1]/1930’ê li gundê Cercerîsê (nuka navê gund Dêrik e), li nehiya Elegezê, Ermenistanê da ji diya xwe bûye. Ewî zarotiya xwe piranî cem pîrika xwe Meyrê û …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Seyîd Riza

Jiyana Seyîd Riza

Seyîd Riza (z. 1862 li gundê Lirtîka Pilûrê, herêma Dêrsim − m. 15’ê sermawezê[2] 1937 li Xarpêtê) yek ji pêşengên serhildana Dêrsimê bû. Jînenîgarî Seyîd Riza sala 1862’an, li Dêrsimê ji dayik bû ye. Seyîd Riza lawê Seyda Brahîm e. Ji zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ders dît û mezin bû. Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Zerîfe Xanim

Zerîfe Xanim (m. 9’ê tîrmehê, 1937) tevî hevalê xwe Elîşêr li paşî serhildana çekdarane ya herî pêşîn dijberî Komara Mistefa Kemal anko Serhildana Qoçgiriyê bi find û fêlan dihêt girtin. Ji ber ko Atatirk serê Elîşêrî xwestibû, Serokê hêzên Tirk Topal Osman, serê herduyan bi diyarî ji bo wî bir. Serê Zerîfe Xanimê û hevalê wê Elîşêr bi mehan …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Elîşêr

Alîşêr Efendî an jî Elîşêr (z. 1882[1][2] li gundê Azgêr a Macîran, Sêwas – m. 9’ê tîrmehê, 1937[3] li Dêrsim) serokê federasyona hozên Kurd ên ku tevlî yekemîn serîhildana kurdan (Serhildana Qoçgiriyê) a ku li dijî komara Tirkiyeyê pêkhatiye ye. Piştî perwerdeya li Sêwasê li cem Mistefa Paşa dest bi katibiyê dike. Bi Zerîfe Xanimê re dizewice. Hîç zarokên wan çênabin. Ji eşîra kurd Şêxhesenan[4] e, lê di dema xwe de rêzgirtina hemî eşîran …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana A. Hicri İzgören 

A. Hicri İzgören (di sala 1950’yî de li Siwêrega Rihayê hatiye dinê) helbestvan û rojnamevan e. Di Zanîngeha Dîcleyê de beşa Zanyariya Cîvakî qedandiye. Di sala 1980’yî û virde bi helbest û rojnamevaniyê re mijûl dibe. Hîn di rojnameya Özgür Politikayê de dinivîsîne. Berhemên wî bi zimanê tirkî ne, lê hin helbestên wî yên bi navê Bêbaran jî hatine wergerandin bo kurdî. Piştî qedandina Enstîtuya …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !