Jiyana Seyîd Riza

Jiyana Seyîd Riza

Seyîd Riza (z. 1862 li gundê Lirtîka Pilûrê, herêma Dêrsim − m. 15’ê sermawezê[2] 1937 li Xarpêtê) yek ji pêşengên serhildana Dêrsimê bû.

Jînenîgarî

Seyîd Riza sala 1862’an, li Dêrsimê ji dayik bû ye. Seyîd Riza lawê Seyda Brahîm e. Ji zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ders dît û mezin bû. Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyîtiyê de perwerdehiye dida Seyîd Riza. Piştî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di bajarê Axdadê de bi cîh bû.

Terteleya Dêrsimê

Di rojên serhildana Qoçgiriyê de komeke çekdar, çûn Dêrsîmê û birqiyeeke ku pişgtgiriyê dide serhildêran, kişandin. Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da koçberan. Berî serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, li hemberî gumana operasyonê bi li sereke eşîran rê hevdîtinê çê dike ku di nava xwe de yekîtiyê çê kin. Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5’ê rezberê 1937’an de rayedarên hikûmetê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bangî Seyîd Riza dikin. Seyîd Riza, di reya Ezirganê de tê girtin û wî dibin Elezîzê û bi berdariye tê darazxwarî kirin.

Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di 15’ê mijdarê sala 1937’an de, bi tevahî şeş hevalên xwe ve, ji aliyê rejîma Tirkiyê ve hatin darda kirin.

Çar têkoşerên din jî berê bi sizayê berdariye siza dikin, paşê sizayê wan werdigerînin girtî bû nê. Hin ji wan ji li ser 90 salî rê bûn, tirkan nexwestin navê xwe xirab bikin. Lê herçendî gorî zagonan diviya bû Seyîd Riza jî darve nekiran, salên wî bi qanûnî mezin dikin û berdariya dikin.

Siyasetmedar û têkoşerên darvekirî

  • Seyîd Riza
  • Resik Huseyînê lawê Seyîd Riza
  • Seyd Husên, Seyd Wuşên, Seyd Husênê Şêxî
  • Findiq Axayê Ûsivî, Findiqê lawê Qemer
  • Hesen Axayê Demenî, Hesenê Cibo, Hesenê lawê Cebraîl
  • Hesenê Qurêşî, Hesenê lawê Ûlkiye
  • Elî Axayê Mîrza, Eliyê lawê Mîrza Elî

Kesên ji berdariye filitî

  • Cebraîl Axayê Demenî, Civê Kejî, Ciboyê Demenî
  • Qemer Axayê Ûsivî
  • Qemer Axayê Heyderî, Qemoyê Heyderî (96 salî ye 31 sal ceza didinê, di zîndanê de jiyana xwe jidest dide)

Çavkanî

  1.  ANF: Keça Seyîd Riza Leyla Aglar wefat kir
  2.  M. Kalman (1995) Belge ve taniklariyla Dersim Direnişleri. Nûjen, Stenbol; Cumhuriyet, 16.11.1937: “Seyid Riza ile 6 avenesi dün idam edildiler.”

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !