Ferzinde Qaya (Ferzende Kaya) rojnamevan û nivîskarekî kurd e. Qaya di sala 1978 de li navçeya Elbakê ku bi ser Wanê ve ye, ji dayik bûye. Rojname û kovarên wek Politika, Selam, Nokta, Radikal, Yeni Gündem û Turkish Daily News da karkir. Pir nivîsên wî li se pirsgrêkên Kurd,mafên mirowan û Rojhilata Nawin hene. Heman demê li Zangoya USA Newport University de dixwine. Pirtukên wî yên bîyografî …
Zêdetir BixwîneJiyana Bilind Salih – (Blend Saleh)
Bilind Salih (li Ewropayê Blend Saleh) (* 21’ê rezberê 1978, başûrê Kurdistanê) stranbêjekî kurd e. Popbêj (popvan) e. Di 6 saliya xwe de dest bi xebata muzîkê dike. Li Hewlêrê diçe dibistanê. Bi zaraveyê kurmanciya Behdînanî distrê. Di TV ya herêmî ya Kerkûkê de distrê, bi enstrûmana xwe ji Tehsîn Taha re sazbendiyê dike. Sala 1991’ê bi tevî malbata xwe diçe Swêdê, li wir dibin penaber. Di zanîngeha Uppsalayê de perwerdeya …
Zêdetir BixwîneJiyana Koçer Bîrkar
Koçer Bîrkar (z. tîrmeha 1978 li Merîwan, Rojhilata Kurdistanê (Îran) li ser navê فریدون درخشانی Fereydon Derakhshani), bîrkarekî kurd e ku giringiya xebatên wê li ser hendewa cebirî ye. Ew li Zanîngeha Cambridgeyê de profesor e.
Zêdetir BixwîneJiyana Özgür Doğan
Özgür Doğan, (* 1978 li Gimgim, Mûş, bakurê Kurdistanê) derhênerekî kurd e. Di xebata xwe de romî (tirkî) û kurdî bikartîne. Jînenîgarî Li gundekî Gimgimê tê jiyanê. Beriya zanîngehê perwerdeya xwe li Trabzon û Konyayê bidawî dike. Sala 2001’ê ji beşa ragihandinê ya zanîngeha Enqereyê destûrnameyê digire. Heman salê wekî lêkolîner di zanîngeha teknîkê ya Ortadogu (ÖDTÜ) dest bi kar dike. Sala 2004’ê ji şaxa …
Zêdetir BixwîneJiyana Viyan Mayî
Viyan Mayî derhênereke kurd e. Viyan Mayî di sala 1960’î de li gundê Mayê li başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Wê li Swêdê ragihandin, medya û perwerdeya demoqratyane xwendiye. Ew di sala 2004’ê de vegeriya Kurdistanê û li bajarê Duhokê birêvebiriya Mala Fîlman dike. Fîlmografî Kevoka spî Dîdarek bê jivan Merg û namûs Doz Kicha kurda
Zêdetir BixwîneJiyana Roza Erîzîn
Roza Erîzîn (z. 1982 Ezirgan), derhêner û mamosteya kurd e. Jînenîgarî Di sala 1982an de li Erzinganê ji dayik bû. Di Zanîngeha Marmarayê di beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk de perwerde bû. Dibistanên seretayî û yê navincî li Erzinganê qedand. Vê gavê li Amedê mamostetiyê dike. Di sala 2010an de li Konservatuara Aramê Dîkran a Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê dest …
Zêdetir BixwîneJiyana Mehmet Aktaş
Mehmet Aktaş di sala 1967’an de li parêzgeha Îdira Bakurê Kurdistanê hatiye ser dinyayê, derhênerê belgefîlman, nivîskar û rojnamevanekî kurd e. Li Almanyayê dijî, xwediyê Mîtosfilmê ye. Li Stenbolê di fakulteya hiqûqê de dixwîne, di sala 1990’î de koçî Germanistanê dike. Sala 2002’yê li Almanyayê yekem festîvala fîlmên kurdî li dar dixe. Mehmet Aktaş ji xeynî belgefîlman fîlmên dirêj jî çêdike. Fîlmografî Fîlm 2011: Siyar’s Way; Rejî: Hisham …
Zêdetir BixwîneJiyana Hisham Zaman
Hişam Zeman an jî bi awayê fermî Hisham Zaman (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî) derhêner û rejîsorê norwêcî yê fîlman e ku di 1975an de li Başûrê Kurdistanê hatiye ser dinyayê û bi eslê xwe kurd e. Hişam Zeman di 10 saliya temenê xwe de koçî welatê Norwêcê kir û di 2004an de li wir xwendina xwe li Peymangeha Fîlm a Norwêcê (Den norske filmskole) ya Lillehammerê kuta kir. Kurtefîlmê wî …
Zêdetir BixwîneJiyana Gülistan Acet
Gülistan Acet (z. 1985, Êlih), derhêner û lîstikvaneke kurd e. Jînenîgarî Di sala 1985an de li Êlihê hatiye dinyayê. Ji Zanîngeha Uludağê ji beşa mamostetiya tirkî mezûn bûye. Di Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê li ser zimanê kurdî mastera xwe temam kir. Piştî zanîngeh temam kir wê du salan mamostetiya zimanê tirkî kir û piştî du salan di 2009an de …
Zêdetir BixwîneJiyana Ferit Karahan
Ferit Karahan (z. 4ê nîsana 1983an Mûş), derhêner û rexnegirê sînemayê û senaryonûsê kurd e. Jînenîgarî D sala 2006an de ji beşa elektrîkê ya Zankoya Marmarayê ya li Stenbolê mezûn bûye. Di dema xwendekariya xwe ya li Stenbolê de ew ji bo temaşekirina filman diçe BEKSAVê û li wir bi bandora temaşekirina filmên Tarkovskî biryara xwe …
Zêdetir BixwîneJiyana Ekrem Kîro
Ekrem Kîro derhênerekî kurd e. Ekrem Kîro di sala 1973’an de li bajarê Efrînê li başûr rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Wî Zanîngeha Hunerên Ciwan li Beyrûtê leystikvanî û herweha derhêneriya film û şanoyan xwendiye. Ew ji sala 2002’an ve li Elmanyayê dijî, ku xwe berdewam mijûlî derhêneriya filman û şanoya bêdeng dike. Fîlmografî 2008 Havîna Sar 2005 Xores… stone on stone 2000 …
Zêdetir BixwîneJiyana Bülent Gündüz
Bülent Gündüz (z. 18ê berfanbarê 1976, Qereyazî) derhêner û nivîskarekî kurd e. Bülent Gündüz li gundê Kosa, li Qereyaziya Erzîromê ji dayik bûye. Piştî perwedeyiya serata li vî gundê, ew lîseyê li Erzîromê diqedîne. Li pey wê Bülent Gündüz li Zanîngeha Gurgumê beşa endazyariya makîneyî de serfiraz dibe. Tecrubeya wî ya ewiliya çapemeniyê nûçegihanî ji bo …
Zêdetir BixwîneJiyana Babak Emînî
Babak Emînî derhênerekî kurd e. Babak Emînî di sala 1978’an de li rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Tehranê felsefe xwendiye û gelek salan bi Behmen Qubadî re wekî alîkarê derhêner xebitiye. Fîlmografî 2007 Angels Die in the Soil
Zêdetir Bixwîne