Mehmet Aktaş di sala 1967’an de li parêzgeha Îdira Bakurê Kurdistanê hatiye ser dinyayê, derhênerê belgefîlman, nivîskar û rojnamevanekî kurd e. Li Almanyayê dijî, xwediyê Mîtosfilmê ye.
Li Stenbolê di fakulteya hiqûqê de dixwîne, di sala 1990’î de koçî Germanistanê dike. Sala 2002’yê li Almanyayê yekem festîvala fîlmên kurdî li dar dixe. Mehmet Aktaş ji xeynî belgefîlman fîlmên dirêj jî çêdike.
Fîlmografî
Fîlm
- 2011: Siyar’s Way; Rejî: Hisham Zaman
- 2009: No One Knows About Persian Cats (Kasi az Gorbehaye Irani Khabar Nadareh); Rejî: Bahman Ghobadi
- 2009: Après La Chute; Rejî: Hiner Saleem
- 2008: Land Of Legend; Rejî: Rahim Zabihi
- 2008: Dol; Rejî: Hiner Saleem
Belgefîlm
- 2007: Close up Kurdistan; Rejî: Yüksel Yavuz
- 2005: Traces (Le peuple du Paon); Rejî: Binevsa Bêrîvan
- 2003: Daf – Tambourine; Rejî: Bahman Ghobadi
- 2004: The War Is Over; Rejî: Bahman Ghobadi