Jiyana Hisham Zaman

Hişam Zeman an jî bi awayê fermî Hisham Zaman (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî) derhêner û rejîsorê norwêcî yê fîlman e ku di 1975an de li Başûrê Kurdistanê hatiye ser dinyayê û bi eslê xwe kurd e.

Hişam Zeman di 10 saliya temenê xwe de koçî welatê Norwêcê kir û di 2004an de li wir xwendina xwe li Peymangeha Fîlm a Norwêcê (Den norske filmskole) ya Lillehammerê kuta kir.

Kurtefîlmê wî yê serketinê yê bi navê Bawke di sala 2005an de li festîvala kurtefîlman a Grimstadê hate xelatkirin, pişt re heman kurtefîlm li festîvalên Clermont-Ferrand û Aspen û Valensiya û Donostia-San Sebastián û Toronto û Palm Spring beşdar bû. Wî di sala 2007an de novelefîlmê bi navê Vinterland çêkir û ev fîlm di heman salê de bû fîlmê destpêk û vekirinê yê Fîlmefestîvala Tromsoyê ya Navneteweyî li Norwêcê.

Derhênerê norwêcî û kurd di 2013an de fîlmê xwe yê nû Før snøen faller (“Berî ku berf bibare”) pêşkêş kir û ev fîlme ye ku di êvara 9ê çiliya pêşîn a 2013an de Fîlmefestîvala Dihokê ya Navdewletî vedike.

Fîlmografî

  • Bawke, kurtefîlm, 2005
  • Vinterland, novelefîlm, 2007
  • De andre, kurtefîlm, 2009
  • Før snøen faller (Before the Snowfall, Berî ku berf bibare), fîlm, 2013.

Lê Binêre

Jiyana Osman Özçelik 

Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat dinyayê. Dibistana Seretayî û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !