Jiyana Ako Ezîz Mîrza

Jiyana Ferit Karahan

Ferit Karahan (z. 4ê nîsana 1983an Mûş), derhêner û rexnegirê sînemayê û senaryonûsê kurd e.

Jînenîgarî

D sala 2006an de ji beşa elektrîkê ya Zankoya Marmarayê ya li Stenbolê mezûn bûye. Di dema xwendekariya xwe ya li Stenbolê de ew ji bo temaşekirina filman diçe BEKSAVê û li wir bi bandora temaşekirina filmên Tarkovskî biryara xwe dide ku bi sinemageriyê re mijûl bibe û bi vî awayî dest bi kursa sînemayê dike.

Pêşî di Roj Tvyê de li ser arkeolojiya medbexa kurdî bername çêkirin. Wî di sala 2005an de bi kişandina kurtefîlmên Fotofobî û Analogdest bi kariyera xwe ya sînemayê kiriye. Di sala 2010an de bi navê Beriya Tofanê kurtefîlmek çêkir û ev film diyarî giyanê keça kurd Ceylan Önkolê û hemû zarokên mexdûrên şer kir.

Bi vê filmê navê Ferît Karahan li cihana sînemayê belav bû. Ev fîlm beşdarî gellek festîvalên neteweyî û navneteweyî bû û ji van festîvalan hinekan xelat wergirtin. Yekemîn filmê wî yê metrajdirêj ê bi navê “Derbûyina Ji Bihûştê” di 50emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antalyayê de wek filmê herî baş hat hilbijartin û xelata Pirteqala Zêrîn bi dest xist.

Ji sala 2002an heta 2006an derheqê semiyotikê de lêkolînan kiriye û di hin rojname û kovaran de rexnegiriya filman kiriye. Niha di kompanya FK Fîlm de wek derhêner û çêker dixebite.

Fîlmografî

Metrajdirêj

  • 2013: Derbûyîna Ji Bihûştê; Derhêner, Senarîst, Çêker
  • 2009: Press; Alîkarê Derhêner

Kurtefîlm

  • 2011: Xewna Yûsiv
  • 2010: Beriya Tofanê
  • 2010: Welatê Milyarderan
  • 2006: Mal an jî Heft Rojên Salo
  • 2006: Bûrjûwazî, Xwarinek û Piştî Wê
  • 2005: Analog
  • 2005: Festîvala Kurtefîlman ya Gerdûnî
  • 2005: Foto Fobî

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !