Arşevê Oskan

Jiyana Arşevê Oskan

Arşevê Oskan (z. 1967 – m. 25’ê sermawezê, 2012) rojnamenivîs, helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew di sala 1967’an de li gundê Birkînêsê ku dikeve di navbera Dirbêsiyê û Serê Kaniya Binxetê de hatiye dinê.

Wî xwendina xwe ya despêkê (seretayî) li gundê xwe kir û ya navçeyî li bajarê Dirbêsiyê û herweha lîse li bajarê Hesîçeyê.

Di sala 2001’ê de wî û hin kesên din biryara derxistina kovara Zevî da û Oskan bû sernivîserê wê. Heyanî dawiya 2003’an deh hijmar jê derketin û bi derketina nivîskar ji welêt, ew jî rawestiya.

Nivîskarê birkînêsî di salên dawî de li Almanyayê dijiya, zewîcî û bavê sê zarokan bû.

Arşevê Oskan ku bi nexweşiya pençeşêrê ketibû, di 25’ê mijdara 2012’an de li bajarê Hambûrgê (Almanya) çû ser dilovaniya Xwedê.

Berhemên wî

  • Hêviyên Birîndar, Helbest, 1995
  • Kê Gul Çinî?, Helbest, 1999
  • Berbang Qedexe ye, Helbest, 2001
  • Xewnistan. Helbest, Weşanên Do, 2010
  • Keştiya Penaberan, Roman, Weşanên Do, 2010
  • Awazên Evînê, Helbest, 2012

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !