Jiyana B. Welatevîn

B. Welatevîn bernavê nivîskar, mamoste û wergêrek kurd e.

Welatevîn di sala 1953’an de li bajarokê Licê, gundê Fûmê hatiye cîhanê. B. Welatevîn mamosteyekî kurdî ye. Li Swêdê dijî. Di amadekirina gelek pirtûkên perwerdeya dibistanê de digel mamosteyên wekî Amed Tîgrîs, Zinar Soran hwd. xebitiye. Berhemên girîng ji bo perwerdeya berî dibistanê û polên dibistanê amade kiriye. Xwdî û berpirsê sazîya Kurdiska Pedagogiska Centrumê (Navenda Pedagojî ya Kurdî) ye.

Bi navê xwe yê nasnameya fermî ya Tirkiyeyê M. Hakkı Balta ye.

Berhem

  • Kurdiya Şirîn -I- (Ji bo dersên kurdî)
  • Kurdiya Şirîn -II- (Ji bo dersên kurdî)
  • Gulbihar (Destpêka Xwendina Kurdî)
  • Ajelên Kedî
  • Ajelên Kovî
  • Gulistana Çîrokan
  • Balinde – Tema
  • Pîvok
  • Kurterastî (Erdnîgarî) B. Welatevîn û Amed Tîgrîs
  • Dixebitim, Dilîzim, Fêr Dibim -1- (Ji bo zarokên pêşdibistanê. “6 salî”
  • Dixebitim, Dilîzim, Fêr Dibim -2- (Ji bo zarokên pêşdibistanê. “3-5 salî”
  • Rengîn Me
  • Kulîlikên Me
  • Meyweyên Me
  • Zebzeyên Me
  • Alfabeya Kurdî Rengîn

¤ Dersên Kurdî – Bo pêngava bilind û Lîseyî ¤ Dersên Me – 1 Bo polên 3,4,5 ¤ Dersên Me – 2 Bo polên 4,5,6 ¤ Laliş-1 Bo asta nizim. Ji bo perwerdeya kurdî ya zarokên kurdên Êzîdî ¤ Laliş – 2 Bo asta navîn. Ji bo perwerdeya kurdî ya zarokên kurdên Êzîdî ¤ Gulbihar Kurdî Kurmancî-1 -Bo polên 3,4,5 ¤ Gulbihar Kurdî Kurmancî-2 – Bo polên 4,5,6 ¤ Kincên Me – Tema ¤ Fîloyê Dînik -Çîrokek gelelrî ¤ Bavo Bûye Bostan Çîrokek gelerî

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !