Li gundê Şeşê yê girêdayî bajarê Kobanî ji dayîk bûye. Fêrbûn û xwendina xwe li bajarê Reqayê berdewam kiriye (seretayî _ navîn _ amadayî)
Endamê komîta mehricana helbesta kurdî ye. Gelek caran pêşkêşiya bernameyên çandî kiriye. Li gel radyoya Qerecdax û siba FM Û Stêrk TV Roleke wî di nûjeniya wêjeya kurdî de heye û bi şêweyeke taybet helbestê dinivîse. Yekem helbest di sala 1988’an de li ser Keleha Dimdimê nivîsand. Danhevgeheke wî li Reqayê şewitî û yek jî li Kobanî şewitî di dema êrîşa da’îş li ser Kobanî.
Di sala 2017’an de dîwana Lorîn çap kir û di sala 2019’an de dîwana Beravên Aso çap kir. Gelek çîrok û helbestên wî bi zimanê kurdî û Erebî dest nîvîs hene. Di gelek çalakî û mehricanan de beşdar bûye û gelek bawername wergirtine. Di gelek kovar, rojname û malperên kurdî û cîhanî de helbestên wî hatine weşandin.
Helbesteke Wî:
QEDERA ERZAN
Di bin baskên şevê da
Şevek dirêj..
Û ji hev kişyayî
Şeveke seranser..
Û bi baskên xwe westiyayî
Li guhdariya pêgên bilez..
Pêgên bêwar!
Xelekên karwanên melûl..
Û istûxwar û westiyayî
Li her dû piyên xêza..
Rêçika tarî siwar in.!
Bi awirên Ehrîmanê ne bi xêr
Berî li mijê kor..
Û lêgera wenda.!
Pişt li dîwarên mane kavil
Li ser maseya bazaran..
Qedera me pir erzan e.!
Çi talan e..çi wêran e..
Qedera gelê me erzan e.