Helbestvan Baqî Şefî di sala 1947an de li Paweyê li herêma Hewramanê ji dayik bûye. Ji ber nebûna derfetan nikarîbûye here dibistanê û bixwîne. Lê belê işqa xwendina helbestan û honandina helbestan pê re çêbûye û bi berdewamî li ser efsane û zargotina Hewramanê xebitiye.
Keça wî di sala 2006an de helbestên bavê xwe berhev kiriye û çap kiriye. Her wiha Baqî Şefî çarînên Baba Tahirê Hemedanî jî wergerandiye zaravaya hewramî û ew jî di heman salê de çap bûne. Her wiha 2 berhemên wî jî bo çapê amade ne. Ligel helbestvaniyê Baqî Şefî, berhevkariya kelûpelên Hewramanê jî kiriye û derbarê kultura kevin a Hewramanê de muzaxaneyeke amûrên qedîm ê Hewramanê ava kiriye.
Di sala 04.04.2020an de helbestvan û edîbê naskirî li Rojhilatê Kurdistanê Baqî Şefî, ji ber nexweşiya giran li nexweşxaneya Paweyê ya ser bi parêzgaha Kirmaşanê koça dawî dike.