Cemîl Denlî di sala 1968’an de, li gundê Qoserê, li Diêmê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li heman gundî, ya navîn û amadeyî li Qoserê xwendiye. Paşê li Enqereyê, li Zankoya Hacettepeyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransizî xwendiye.
Ji sala 1996’an heta 1998’an redaktoriya kovara Jiyana Rewşenê kiriye. Di sala 1999’an de, di derxistina kovara qerfî ya bi navê Pîneyê de cî girtiye. Ji bilî wergerên wî yên ji wêjeya Fransizî, di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de, nivîsar, çîrok, qerf û helbestên wî hatine weşandin. Ji sala 2000’an bi vir de ye li Swîsreyê penaber e.
BERHEM:
Tav û Leylan, Helbest, Weşanên Bajar, 2004
Min Hêsir Vexwarine Ji Reşika Çavên Te, Weşanên Belkî, 2012
Sêva Delalî, Weşanên Belkî, 2005