Elî Paksirêşt di sala 1976an li bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Li zankoya Tehranê fransî xwendiye, çend salan li zanîngeha weke mamosteyê ziman û edebiyata fransî kar kiriye, li Navenda Kurdên li Têranê 7 salan dersa Kurmanciyê daye.
Li Zankoya Tehranê li ser zimanên kevn ê Îranê master xwendiye û li ser zimanên kevn ê Îranê kar kiriye. Demekê pêşkêşvanê TVyên kurdî û fransî bûye li Îranê. Bi dehan pirtûkên derbarê ziman û wêjeya kurdî wergerandiye ser kurmanciyê gelek nivîsar jî ser vê mijarê nivîsiye. Ji sala 2018an va bi navê Weşanxaneya Pênivîs weşanxaneyek ava kiriye û kitêbên kurmancî çap dike.