Cîhan Roj, di sala 1993 an de dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî dike. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituya Kurdî re bi rê dike.
Ew xebat di sala du hezar û şeşan de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993 yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike.
Di sala du hezar û yekî de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe.
Heta niha, 10 roman, 5 helbest, yek ji wan bi Tirkî û yek ji çîrokên bijare bi tevahî 5 kitêbên çîrokan bi tevahî 21 berhemên Cîhan Roj hatine weşandin.
Romana bi navê “Perde” di Tirkî de bi navê “Mahrum” hatiye wergerandin. Pirtûka wî ya yekem a helbestan di sala 2002an de hat weşandin.
Li gelek rojname, kovar û malperên bi Kurdî ji karwaniyên ceribînên xwe yên edebiyata sêwirînî û ji xwendinênn xwe yên pêvajoyan, derheq edebiyata Kurd de gotar nivîsîne.
“Edebiyata Modern a Kurdî”, ji bo çarçoveya 15 hefteyî, her hefte di Radyoya Rûdawê de, di bernama “Wêjevan”ê de bûye mijar.
Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Di destpêka romana wî a bi navê “Perde” de, wisa hatîye nivîsîn: “Em bi zimanê xwe li xeyalên xwe digerin, bi xeyalên xwe li zimanê xwe digerin.”
Berhem:
1.Ratîka (Helbest) – weşanên Sî sibat 2002
2.Meyman (Çîrok) – Weşanên Lis 2006
3.Aqil diçe sewda dimine (Helbest) – Weşanên Do 2008
4.Deriyê çirokê (Çîrok) – Weşanên Do 2008
5.Meşa Moriyan (Roman) – Weşanen Evrensel 2011
6.Perde (Roman) – Weşanên Na 2012
7.Sehne (Çîrok) – Weşanên YNKD 2013
8.Serkêş (Roman) – Weşanên J&J 2014
9. Gîtara Bê Têl – Weşanên Do 2009, Weşanên J&J 2014
10.Hurcahil (Roman) – Weşanên J&J 2015
11.Reş (Roman) – Weşanên J&J 2015
12.Av û Berf (helbestên bijare)-Weşanên J&J 2018
13.Mala Baz(Roman)-Weşanên J&J 2018
14.Şeşaqil (Roman)-Weşanên Lîs 2021
15. Armonîkaya Hêşîn(Roman), Weşanên Peywend, 2023
16. Edebîyata Modern A Kurdî,(pexşanivîs),Weşanên Peywend, 2023
17. Şayîr û Defter(helbest), Weşanên Peywend 2023
18. Asê, (helbest), Weşanên Peywend, 2023
19. 7 Av 7 Agir û 7 Derî ,(roman), Weşanên Peywend, 2023
20. Dema Kulîlkan, hemî çîrok, Weşanên Peywend, 2023
Nîşe: Di sala 2023 yan de, bi minasebeta 30 salîya nivîskariya Cîhan Roj Weşanên Peywendê hemî berhemên wî weşandin