Dengbêj Sidoyê Bozo kî ye

Sidoyê Bozo dengbêjekî navdar e. Li gundê Baxçe ku Kanîreşa Çewlîg ê va girêdayî ye hatibû dinê. Dengbêjekî xwedî dengeke bedew bû, di nav gel de wekî dengbêjê heftdeng jî dihat binavkirin. Sedemê vê binavkirinê, dikaribû bi heft dengên cuda bistre. Jiyana xwe zêdetir di Kanîreşê da derbaz kir, li kêleka dengbêjiyê ji bo jiyana xwe birêvebibe karê berberiyê jî dikir.

Hin caran stranên xwe direngand, heya bigire çend peyvên tirkî jî dikir navê de. Ev yeka han herçendî kêm bû jî, ji aliyê hezkiriyên wê ve dihatin rexnelêkirin. Bi daketina gundan a hêzên leşkerî yên PKKê û şer di navbera PKKê Komara Tirkiyê ve civaka berê belav bû û êdî kêfa dengbêjiyê jî nema. Hinek ji malbata wî jî bûn cerdewan (ango korucu) û herçendî Sido li dijî kiryarên wiha derdiket jî êdî nedikarî pê re serî bikişîne.

Dengbêjê hêja li Mezrayê di nava kûl û kederan de jiyana xwe jidestda.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !