Jiyana Ciwanmerd Kulek

Ciwanmerd Kulek an jî Yunus Eroğlu wergêr û nivîskarekî ciwan ê kurd e ku di sala 1984an de li gundê Dêrîşê yê qezaya Stewra Mêrdînê hatiye ser dinyayê.

Wî di sala 2004an de dest pê kir bi kurdî binivîse û heta niha (2014) çar pirtûk nivîsandine û çend kitêbên ji sê zimanên cuda wergerandine bo zimanê kurdî. Ji bilî zimanê xwe ew bi îngilîzî, spanî û tirkî jî dizane.

Ciwanmerd Kulek ji 2014an û vir ve li Stembolê dimîne.

Pirtûkên wî

  • Nameyek ji Xwedê re, 2007
  • Otobês, 2010
  • Zarokên ber çêm, 2012
  • Defterên pirridankan, 2014.

Wergerên wî

  • Hetîketî, J.M. Coetzee
  • Li ber sikratê, William Faulkner
  • Çîrokên dublîniyan, James Joyce
  • Serencama mirinekê, Gabriel García Márquez
  • Keleha Spî, Orhan Pamuk.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !